Li gor makezagona Tirkîyê di hilbijartinên giştî yên 2028’an de serokomar Recep Tayyîp Erdogan nikare careke din bibe namzet.
Li gor opozîsyona Tirkîyê, jiber ku Erdogan car din bibe namzet ev pêvajo ligel Serokê Partîya Karkerê Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan daye destpêkirin.
Opozîsyon îdia dike ku, Erdogan dixwaze ku Partîya Wekhevî ya Demokratîk (DEM Partî) rakêşe ba xwe û ligel parlamenterên partîyên din jî pêwendîyek bike û makezagona Tirkîyê li gor xwe bigorîne û car din bibe namzet.
Li gor zanyarê sîyasî Guven Gurkan Oztan, di bingeha van daxûyanîyên opozîsyonê de rasteqîne heye. Oztan ji Dengê Amerîka re ragihand ku heke Erdogan wê derfetê bibîne, dixwaze car din bibe serok.
"Daxuyanîyên ku ji alîyê partîya desthilatdar ve tên dayin, tê xwestin ku Erdogan careke din bibe serokomar. Niha li Tirkîyê pergeleke serokomarîyê ya bi şêwazê Tirkîyê heye û ev sîstem jibo sê dewran jî rê nade. Heta niha ji alîyê Erdogan ve jî rêyeke din dîyar nabe. Jiber ku Erdogan bibe namzet pêdivî bi guhertina destûra bingehîn heye."
Jibo ji nû de endamtîya Erdogan xeynî guhertina destûra bingehîn rêyeke din jî hilbijartineke pêşwext e. Oztan, radigîhîne ku jiber namzetbûnê Erdogan wisa dixwuye ku dê hin rê werin ceribandin.
"Jibo ku Erdogan bibe namzet du rê hene, yek hilbijartineke pêşwext ya din jî guhertina destûra bingehîn e. Di demeke nêz de ne mimkûn e ku hilbijartineke pêşwext were kirin. Lê jibo guhertina destûra bingehîn jî pêdivîya Erdogan bi partîyên din yên ku di parlamentoyê de ne heye. Li gor tiştê ku tên xuyakirin desthilatî him bi darê zorê û him jî bi hin gavên taybet dixwaze ku hêzên ku di parlementoyê de ye rakêşe hêla xwe."
Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Dewlet Baçelî jî bal kişand ser guhertina destûra bingehîn.
"Eger teror ji jîyana me were derketin û cinawîrê enflasyonê were kuştin, Tirkîye wê bigihîje lûtkeya aramîya sîyasî û aborî. Jiber vî jî car din hilbijartina serokomarê me Erdogan tiştekî xwezayî ye."
Jiber ku destûra bingehîn were guhertin pêdivî bi 360 dengên parlamenteran heye. Ev hewildanên ku Bahçelî ligel Ocalan da destpêkirin jî di vê çarçoveyê de tête nîrxandin û tê îdiakirin ku Bahçelî dixwaze DEM Partîyê rakêşe hêla desthilatîyê.
Di enîya opozîsyonê de himan tişt derdikevin pêş. Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel li hemberî gotinên Bahçelî bertekên tund nîşan da. Ozel ragihand ku di bingeha banga Bahçelî ya jibo Ocalan de guhertina destûra bingehîn cî digre.
"Jibo ku Erdogan careke din bibe namzet û ger hewce bike Abdullah Ocalan bine meclîsê, behsa guhertina destûra bingehîn bike."
Zanyarê sîyasî Tevfîk Erdem rewşa heyî bilakis dîyar dike. Erdem ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku Bahçelî li dijî daxwazê opozîsyonê ye.
"Opozîsyon hilbijartina pêşwext dixwaze, lê Bahçelî dijî vî derdikeve. Heke hilbijartin di dema xwe de pêk were jibo guhertina makezagonê pêdivîya Serokomar Erdogan bi hêzên din; wek DEM Partî, Partîya Baş û partîyên din heye. Lê di rewşa heyî de Partîya Baş dur disekine. Heke DEM Partî piştgirî bide, wê gavê pêkane ku destûra bingehîn were guhertin. Lê, DEM Partî bi tena serê xwe ne yekraman e, heke desthilatî piştgirîya Abdullah Ocalan bigire û ew jî daxuyanîyeke bide, wê gavê hemû parlamenterên DEM Partîyê jî wê piştgirî bidin vê guhertinê."
Jiber van egeran jî li Tîrkîyê him ji alîyê opozîsyonê û him jî di nav gel de jî tê ragihandin ku pêvajoya ku ligel Rêberê PKK Abdullah Ocalan hatîye destpêkirin di bingeh wî de bazarîyeke ku Recep Tayyîp Erdogan bibe serok heye.