Kongreya 6’an Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) li bajarê Rimelan ya Rojava didome.
Di roja duyê ya kongrê de hilbijartin bo hevseroktîya partîyê hatin kirin û Salih Mislim û Asya Abdullah careke din wek hevserok hatin hilbijartin.
Di vê hevpeyvîna taybet de perpirsê rêxistina PYDê li Ewrupa Zûhat Kobanî girîngîya kongra 6'an dinirxîne û şabûna xwe li ser alaqaya heyî dîyar dike.
“Kongreya me bûye wek konferanseke netewî jiber ku hemî partîyên serekî yên Kurdistanê amade bûn û piştgirîya xwe ji me re nîşan dan.”
Kobanî dibêje, Kurdên Rojava hem di qada netewî de, hem jî ya navnetewî de bûne aktorên girîng û Berxwedana Kobanê roleke bandoreke mezin li ser vê rewşe kiriye.
“Me di rêziknameya xwe de hin guhertin kirine ku bikanibin bersîva hêvî û daxwazên ji me bibin û loma jî organên partî hatine fireh kirin.”