Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir ku dibe ku di hilcîvîna Trump û Putin de, her du rêber bê ku şîretvanên wan tevlî wan bibin, hilcivînê pêk bînin.
Peskov da zanîn ku eger her du alî li hev bikin, ewê Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Rûsya Vladimir Putîn, li Helsînkî bê ku şîretvanên wan li cem bin, kom bibin.
Peskov dîyar kir ku Putin bo hemî cûreyên civînê amade ye û Kremlîn bo kombûna dualî jî vekirî ye.
Hilcivîn dê di 16'ê Tîrmehê de li dar keve. Berî hilcivînê, şandeyeke Amerîkî bo danûstandinan serdana Moskowê kir.