Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Soza Serketina Şerê li Ukrayna Dide


Serokê Rûsya Vladimir Putin û erokê Belarûs Alexander Lukashenko, di serdana navenda xebatên esmanî ya Vostochny ya Rûsya, 12 Nîsan 2022
Serokê Rûsya Vladimir Putin û erokê Belarûs Alexander Lukashenko, di serdana navenda xebatên esmanî ya Vostochny ya Rûsya, 12 Nîsan 2022

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Sêşemê dîyar kir ku Rûsya wê di tevahîya armancên xwe yên şer yên mezin yên li Ukrayna de serketî be.

Putin îro di serdana xwe ya li navenda xebatên esmanî ya Vostochny ya li rojhilata dûrdest ya Rûsya axifî û got ku wê bêguman li Ukrayna hemû armancên xwe pêk bînin.

"Armancên opearsyona Rûsya bi tevahî zelal û hêja ne. Eşkere ye ku bijareya me tunebû, biryareke rast bû," Putin got.

Wî di axaftina xwe ya li ber bîragiştî de bo cara yekê ji dema ku hêzên Rûsî ji bakurê Ukrayna vekişîne, got ku rewşa li Ukrayna trajedîyek bû.

"Ukrayna û Rûsya di bingehê de yek gel in. Şer wek biryareke Amerîkî bû ku pêşîgirtina wê tunebû. Amerîka bi mudaxeleya li hewşa pişta me Rûsya tehdît dikir. Ukrayna jî veguherî pireke dijî Rûsya ku tovên neteweperestî û neo-nazîzmê li wê derê têne çandin," Putin got.

Ukrayna û hevalbendên wê yên Rojavayî van îdiayên red dikin û dibêjin ev têne bo perdekirina êrîşên Rûsî ne.

Putin dubare kir ku operasyona leşkerî ya taybet ya Rûsya bo parastina gelên li herêmên li rojhilata Ukrayna ye; yên di bin kontrola cudaxwazên girêdayî Moskowê.

Wî her wiha got ku êrîşa wan peydakirina ewlekarîya Rûsyayê dike armanc.

Putin eşkere kir ku heta ku armancên Rûsya pêk werin wê operasyona leşkerî ya li Ukrayna bidome.

"Operasyona leşkerî ya Rûsya wê berdewam bike, heta temambûna wê û pêkanîna erkên ku hatine danîn," Putin got.

Wî herwiha da zanîn ku tevgera leşkerî ya Rûsya li li gor hatiye plan kirin, dimeşe û got ku hêzên Rûsî lezûbez nakin jiber ku Rûsya dixwaze windahîyan kêm bike.

Ji alîyê din ve Putin îdia kir ku Ukrayna ji pêşnîyarên xwe yên ku di danûstandinên li Stenbolê de ragihandibû, paşve gav avêtiye.

Wî ragihand ku di encamê de danûstandinên bi Ukrayna re hatin xetimandin û ji Moskowê re, bilî tundkirina êrîşa xwe ya li Ukrayna, ti çareyeke din nahêle.

Putin bi serokê Belarûs Aleksander Lukashenko re serdana navenda xebatên esmanî kir.

XS
SM
MD
LG