Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Wê Sibe li Turkmenistanê bi Reîsî re Bicive


Putin û Reîsî li Moskowê (Arşîv)
Putin û Reîsî li Moskowê (Arşîv)

Kremlînê îro ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin wê sibe Çarşemê li Aşkabat ya paytexta Turkmenistanê de bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re hevdîtinekê bike.

Vladimir Putin li Asya Navîn serdana du dewletên Sovyeta kevin Tacikistan û Turkmenistanê dike.

Li bende ye ku Putin ew îro li Duşanbe bi Serokê Tacîkistanê Îmomalî Raxmon re bicive ku ew ji zû de ye hevbendekî nêz yê Moskowê ye.

Putin wê li Aşkabatê bi rêberên Qazqistan, Îran, Turkmenistan û Azerbaycanê re jî hevdîtinan bike.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku Putin dê êvara Çarşemê vegere Moskowê.

Putin ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve cara pêşîn ji welêt derdikeve.

Rûsya di 24'ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê demê vir ve bi hezaran kes di şer de hatin kuştin û bi mîlyonan kes jî koçber bûne.

XS
SM
MD
LG