Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Înê bang li karsazên Amerîkî kir ku jibo peywendîyên bi Washingtonê re baş bibin alîkarîyê bikin.
Putin got ku dîyalogeke rind ya di navbera Amerîka-Rûsya de jibo çêyîya herdu dewletan e.
Putin di civîneke aborî ya li St Peterssburg de got ku ew dixwazin peywendîyên bi Serokê Amerîka Donald Trump û rêvebirîya bidomînin.
Serokê Rûsya herwiha ji karsazên Amerîkî xwest ku ew li Trump û rêvebîrîya wî xwedî derkevin.