Rûsya îro Sêşemê dîyar kir ku dibe ku Serokê welêt Vladimir Putin vê hefteyê bi serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive û pêşnîyara Enqerê ya bo mazûvanîya danûstandinên di navbera Rûsya û welatên Rojavayî gotûbêj bikin.
Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov îro ragihand ku Putin û Erdogan wê li Astana paytexta Qazakistanê bicivin.
Wî berîya niha jî gotibû ku Moskow amade ye bi welatên Rojava re ser şerê li Ukrayna danûstandinan bike, lê heta niha wê bo danûstandinan ti pêşniyareke cidî wernegirtiye.
Lavrov herwiha got ku ger bo hevdîtina Putin-Biden ji Amerîka pêşnîyareke were, her du serok wê ser vê yekê jî biaxifin.
Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov jî îro da zanîn ku Rûsya ser darxistina danûstandinên bi Rojava re, li Tirkîyê ti pêşnîyar wernegirtiye, lê ev nayê wateya ku Putin vê yekê bi Erdogan re gotûbêj neke.
Berdevika wezareta derve ya Rûsya Maria Zakhorava îro got ku Moskowê bi rêyên dîplomatîk ti pêşniyareke wiha wernegirtiye, lê anî ziman ku rewş bi awayekî dînamîk diguhere.
Li bende ye ku Putin û Erdogan vê hefteyê biçin Qazakistanê, bo beşdarbûna Civîna Bilind ya Konferansa Tedbîrên Hevkarî û Bawerîyê yên li Asya ya 6’an ku wê di 12-13’ê Cotmehê da li Astana ya paytexta Qazakistanê were darxistin.
Alozîyên di navbera welatên Rojava û Rûsya de jiber dagîrkirina Moskowê ya li Ukrayna her diçe zêde dibin.
Herî dawî Moskow do Duşemê dijî gelek bajarên li seranserî Ukrayna êrîşên mûşekî pêk anî; wek bersîvekê hilweşindina pira tekane ya di navbera Qirim û Rûsya di dawiya hefteyê de.
Tirkîye ku endama NATO ye, hem bi Moskow û hem jî bi Kîevê re xwedî têkilîyên nêzîk e û hewl dide ku di şerê niha di navbera herdu welatan de navbeynkarîyê bike.
Di gel Neteweyên Yekbûyî (NY), Tirkîye di Tîrmehê de bo peymana derxistina danûdexil yên Ukrayna ji benderên Derya Reş, bû alîkar.
Erdogan di Îlonê de bang li Moskowê kiribû ku şanseke din bide danûstandinên aştiyê.
Qesra Sipî jî roja Yekşemê got ku bo dawîkirina şer pêwîst e ku her du alî – Rûsya û Ukrayna- rêyekê bibînin.