Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Pêşîya Dîyalogê Vekirî Ye


Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ûserokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz 15, Sibat, 2022, Moskow
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ûserokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz 15, Sibat, 2022, Moskow

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro Sêşemê dîyar kir ku ew amade ye ku bi Amerîka û hevalbendên wê yên NATO'yê re ser ewlekarîyê dîyalog û danûstandinan bike.

Putin piştî hevdîtina bi serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re got ku ew şer naxwaze û ewê pabendê danûstendinan be.

Wî got ewê givaştinên xwe yên ser welatên Rojavayî bidomîne ku hewilên endamkirina Ukrayna ya di NATO'yê de rawestînin.

Putin soza vekişîna tevahîya hêzên Rûsî neda û got ku tevgerên Rûsyayê niha di qonaxa rawestanê de ne û wê girêdayê geşedanan be.

Serokê Rûsî ragihand ku welatênRojava razî bûne ku ser qedexekirina bicîhkirina mûşekan ji hêla Ewrupayê ve, sînordarkirina rahênanên leşkerî û pîvanên din yên pêbawerî yê - mijarên ku Moskow çend sal berê danîbû ser maseyê, danûstandinan bikin.

Wî eşkere kir ku Rûsya amadeye ku "hinek ji wan xalan" gotûbêj bike, lê destnîşan kir ku wê yekê tenê "di gel mijarên serekî yên ku bo me di asta bingehîn de girîng in bingehîn in" bikin.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz jî dubare kir ku berfirehbûna NATO' yê ya ber bi rojhilat "ne di rojevê de ye, her kes vê yekê baş dizane."
Lê, Putin bertek nîşanê Scholz da û got ku Moskow wê bi van gotarên devkî razî nebe.

"Ew ji me re dibêjin ku wê sibê nebe.Baş e, wê kengê bibe? Roja piştî sibe? Di perspektîfa dîrokî de bo me çi diguhere? Ti tiştek e," Putin got.

Wî berdewamî got ku berfirehbûna NATO'yê prensîba neparçebûna ewlehîyê ya ku di belgeyên navneteweyî de hatî destnîşan kirin, binpê dike.

"Em dixwazin vê pirsgirêkê niha di çarçoveya pêvajoya danûstandinan de bi rêyên aştiyane çareser bikin. Em pir hêvî dikin ku hevkarên me fîkarên me bibihîzin û wan bi cidî bigirin, " Putin got.

Scholz wek bersîva Putin got ku îhtîmalên dîplomatîk hîn ji têkçûyînê dûr in û hewiha wî vekişîna hêzên Rûsî mîna "nîşanek baş" nirxand.

"Em hêvî dikin ku wê bêtir vekişîn were ragihandin," Scholz got.
Karbidestekî berevaniyê yê Amerîkî, ku nexwest navê xwe eşkere bike ragihand ku pisporên Pentagonê îdayên vekişîna hêzên Rûsyayê, dinirxînin.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba ser ragihandina vekişîna hêzên Rûsî gumanên xwe anî ziman.

"Dema ku em bibihîzin emê bawer nekin, gava ku em bibînin emê bawer bikin. Dema ku em bibînin ku leşker vedikişin, emê bi kêmkirina alozîyê bawer bikin, " Kuleba got.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg jî got ku "heta niha, me ti nîşanek kêmbûna hebûna leşkerî ya Rûsyayê li ser sînorên Ukraynayê nedîtiye."

Stoltenberg dîyar kir ku NATO dixwaze ku "vekişîneke girîng û mayînde ya hêz û leşkeran bibîne, herî kêm yên çekên giran."

Wezîra derve ya Brîtanya Liz Truss dubare kir ku xeterîya dagirkirina Ukrayna ya ji Rûsyayê ve hîn jî heye.

Hevdem, wezîra derve ya Norwêcê Anniken Huitfeldt hişyarîyek bi heman rengî da û ajansa îstixbarata derve ya Estonyayê jî got ku hêzên çekdar yên Rûsî dikarin "ji nîvê Sibatê ve" dest bi erîşê bikin.

XS
SM
MD
LG