Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Putin Wê Serdana Tirkîyê Bike


Putin û Erdogan li Soçî (Îlon 17, 2018)
Putin û Erdogan li Soçî (Îlon 17, 2018)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin wê di demeke nêz de serdana Tirkîyê bike.

Reutersê ew nûçe ji zarê ajansa Interfaks ya Rûsî ragihand ku Putin û hevtayê wî Erdogan ser serdanê li hev kiriye.

Şîretvanê Sîyaseta Derve ya Kremlînê Yuri Ushakov dîyar kir ku Erdogan, Putin vexwendiye.

Ushakov got ku tevî ku ser serdanê lihevkirin çêbûye jî dema wê hîn ne dîyar e.

Reuters radigihîne ku Putin ji şerê Rûsya û Ukrayna vir ve, ku di Sibata 2022’yan destpê kiribû, wê cara pêşî serdana dewleteke NATO bike.

Hevbendên Tirkîyê yên Rojavayî her çiqas dijî Rûsya tole ragihandin jî, Enqerê wisa nekir, lê wê çek dana Ukrayna û xwest ku jibo serwerîya wî welatî rêz were girtin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG