Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Esed li Mosow Kom Dibin


Serokê Rûsya Vladimir Putin bi hevtayê xwe yê Sûrî Beşar Esed re li Kremlînê kom bûye, li gor ragihandina îro Pêncşemê ya servîsa medya ya Kremlînê.

Putin ji Esed re got ku ew jiber gurbûna girjîya li Rojhilata Navîn ketiye fikaran, lê herdu rêberan ser hevdîtinê zêdetir hûrgilî neda.

Kremlînê ragihand ku Putin û Esed roja Çarşemê kom bûne.

Rûsya ji Îlona 2015’an vir ve jibo hikûmeta Esed dijî serhildayên çekdar şer bike û piranîya kontrola welêt jinûve bidest bixe bi hevkarîya Îranê li Sûrîyê kempeyneke leşkerî dimeşîne.

Moskow her çiqas giranîya xwe daye ser Ukrayna jî, hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûrîyê didomîne û li bingehên wê yên li wî welatî leşkerên wê hene.

Putin ji Esed re got ew meraq dike ku fikra wî ser rewşa dawî ya li herêmê çi ye û dîyar kir ku ew dibîne ku girjîya li herêmê gur dibe û ev yek bi awayekî rasterast jibo Sûrîyê jî tê dîtin.

Herdu serokî herî dawî Adara 2023’an di salvegera 12’an ya şerê navxweyî ya Sûrîyê de li Kremlînê kom bûbûn.

Rêberê Rûsya di wê civînê de behsa girîngîya hêzên Rûsî kir û dîyar kir ku para wan jî di çêkirina aramîya welêt de heye.

Esed bi rêka wergêrekî Rûs ji Putin re got ku gava ew li bûyerên li Ewrasya û li seranserê cîhanê dinêre, ew dibîne ku civîna wan çiqas pir girîng e.

Kremlîn ser danûstandina Putin û Esed hûrgilî neda lê pêkan e ku yek ji mijarên serekî peywendîyên bi Tirkîyê re bû.

Rûsya, ku yek ji hevbendên herî xurt yên hikûmeta Esed e, bi Tirkîyê re jî peywendîyên nêz didomîne û zextê dike ku ew jinûve dest bi peywendîyan bikin.

Sala 2011’an dema protestoyên dijî hikûmetê û zextên hêzên ewlekarîyê veguherîn şerekî navxweyî peywendîyên Tirkîyê û Sûrîyê qut bûn.

Tirkîye piştgirî da wan serhildayan ku hewil didan Esad ji desthilatê gêr bikin û ew bi hêzên xwe yên li rojavayê bakurê di kontrola muxalîfan de hêrsa Şamê radike.

Wezîrên berevanî yên Tirkîye, Sûrye û Rûsya dawîya sala 2022’yan li Moskowê kom bûn ku bi wê civinê ji 2011’an vir cara pêşî wezîrên Tirkîyê û Sûrîyê civîyan.

Rûsya sala borî jî jibo danûstandinên karbidestên Sûrî û Tirk navbeynkarî kiribû.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Esed di rojên borî de sînyal dan ku ew dixwazin jinûve peywendîyên dîplomatîk çêkin.

Rojnameyeke Tirk hefteya borî îdia kir ku Erdogan wê meha Tebaxê li Moskowê bi Esed re bicive, lê karbidestên Tirkîyê ser wê nûçeyên gotin ku derew e.

Erdogan serê vê mehê dîyar kir ku wî bang li Esed kiriye ku serdana Tirkîyê bike yan jî ew li welatekî din hevdu bibînin.

Esed 15’ê Tîrmehê ji rojnamevanan re got ku jibo peywendî vegerin ser asta normal divê Tirkîye leşkerên xwe ji bakurê Sûrîyê vekişîne û piştgirîya xwe ya jibo komên rikaber bisekinîne ku Şam wan wek terorîst dibîne.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG