Endamê Polîtbûroya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û fermandarê pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa ji Dengê Amerîka re gotibû ku di nava YNK'ê de grubek heye ku rêkeftina wan bi Heşda Şaabî û hikûmeta Îraqê heye û ew kes xiyanet li Kurdan kirine .
Îro ji berpirsê payabilind yê YNK'ê, Sîrwan Najm bi tundî bersîva Şêx Mistefa da û got ku “yên ku tekoşerên nav Yekîtî bi xiyanatê tawanbar dikin, dixwazin şermên xwe bi vî awayî veşerin. Temena wan kesan bi giştî xiyanet e.”