Serokê berê yê Rêvebirîya Herêma Xweser ya Katalonya Carles Puigdemont, ku li Almanya hatibû desteser kirin, roja Înê hat berdan.
Puigdemont, dema ji Girtîgeha Nemünster derket ser girtîyên sîyasî got ku ‘’Jibo Ewrupa şermek e’’
Puigdemont da zanîn ku divê hemî siyasetvanên Katalon yên li Îspanya girtîne werin berdan û dîyar kir ku ewê têkoşîna xwe ya bo serxwebûnê bidomînin.
Îspanya, Puigdemont jiber lidarxistina referandumê û ragihandina serxwebûnê bi serîrakirinê tawanbar dike û bo wî li seranserê Ewrupa fermana girtinê ragihandibû.
Dadgeha Bilind ya Eyaleta Schleswig-Holstein di biryara xwe de dabû zanûn ku Puigdemont ser tawana ‘’serîrakirin’’ê nikarin li Îspanya vegerînin û ew bi 75,000 euro kefalet berda.