Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Projeya Parastina Jîngehê li Duhokê


Bi armanca girngîdan bi nirxên xwezayî û parastina jîngehê, rêxistina "Nûjîn ya Demokratîzekirina Malbatan" bi alîkariya rêxistinek Alman, projekî parasina jîngehê li parêzgeha Duhok da destpê kirin, proje dê giringiyê bi xweza û darûbarên nahiya Sersink ya girêdayî parêzgeha Duhok'ê bide, darûbarê gir û çiyayên li herêma Sersinkê dê bên bihêzkirin, bi rêya kezaxitin û hildana şetlan û şaxên nû yên teraş û daran.

Herêma Sersink û Aşewa
Herêma Sersink û Aşewa

Berpirsa projê, Nûjen Mistefa derbarê armanca vê çalakiyê dibêje"armanc, parastina jîngehê û herwiha kesên bêkar bi silogana "kar li hember pere" tê destpê kirin, 68 kes ji herdu regezên nêr û mê tê de kar dikin", hem dê hejmarek kesan bibin xwedî kar û hem jî jîngeh dê bihê parastin, weke Nûjen dibêje.

Nûjen dîsan dide zanîn ku kesên karmend divê di ser 18 saliyê de bin û armanc bihêzkirin darûbarên herêmê ye, proje dê ji havîngeha Aşewa heta havîngeha Sersinkê vegire.

Salam Balay - Jîngeh
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:38 0:00

XS
SM
MD
LG