Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Gotarek Piştî Tundûtûjîya Siyasî Pêşkêş Kir


Serok Joe Biden li dema pêşkêşkirina gotarê -- 14'ê Tîrmehê, 2024.
Serok Joe Biden li dema pêşkêşkirina gotarê -- 14'ê Tîrmehê, 2024.

Serokê Amerîkî Joe Biden Yekşemê bi şev gotarek ji Qesra Sipî pêşkêş kir, tê de tundûtûjîya siyasî şermezar kir û banga yekîtîya niştimanî li Amerîkayê kir. Ev yek hat pistî hewildaneke kuştinê Şemîyê êvarî dijî berbijarê serokatî yê Komarî Donald Trump.

Biden herwiha bang li Amerîkîyan kir ku ji niha ve negihêjin encaman li vê dema ku desthilatdar teqekirina li mîtînga Trump li wîlayeta Pennsylvania vekolîn dikin.

"Li Amerîkayê cihê vî rengê tundûtûjîyê tune ye, yan jî çi tundûtûjîyeke din be," Biden got.

"Hewildana kuştinê tersî her tiştê ku em wekî welat bawerîyê pê dikin. Em wekî gel ne wisa ne, ev ne tiştekî Amerîkî ye. Em nikarin rê bidin ku tiştekî wisa biqewime," serokê Amerîkî got.

Biden herwiha got ku "yekîtî armanca herî dûr e, lê tiştek vê gavê jê girîngtir tune ye. Em gengeşeyê bikin û em li hev nakin, ew yek dê neyê guhertin. Lê emê ji ber çavên xwe nebin ew rastîya ku em kî ne wekî Amerîkî."

Wî da zanîn ku rewşa Trump baş e û ew rehet dibe. Biden herwiha got ku wî gav avêtine ku fermanan bide Polîsê Taybet "hemû çavkanî, karîn û şêweyê parastinê bide Trump da ku ewlekarîya wî ya berdewam piştrast bibe."

Biden dîyar kir ku wî ferman daye ajansa cîbicîkirina qanûnê ku li hemû gavên ewlekarîyê vegere, li vê dema ku Komarî û Trump xwe amade dikin roja Duşemê bigihêjin bajarê Milwaukee da ku Kongreya Niştimanî ya Komarî lidar bixin. Li wir, tê çaverêkirin ku Trump bi fermî wekî berbijarî Komarî jibo seroktîyê were binav kirin.

Serok Biden got ku tevî êrîşkar hatîye naskirin, divê Amerîkî bilez negihêjin encamên dawî heta ku vekolîn biqede.

"Ez bang li her kesî dikin ku ji kerema xwe derbarê mebesta wî û girêdanên wî teorîyan nekin."

Biden Yekşemê bilez vegerîya Washington da ku agahîyan derbarê êrîşê û pêşhatinên li dû wê wergire. Wî û Cîgira Serok Kamala Harris piranîya sibehê li Qesra Sipî ligel karbidestên ewlekarîya niştimanî û cîbicîkirina qanûnê qedand, li gor wêneyeke Qesra Sipî.

Her roja Yekşemê, Qesra Sipî ragihand ku dê Biden Duşemê neçe Teksasê wekî ku berê hatibû plankirin. Kempeyna Biden roja Şemîyê gotibû ku wan li ser wê yekê kar dikir ku kempeyna xwe demkî rawestînin û reklaman belav nekin.

XS
SM
MD
LG