Platforma Demokrasîyê ya Wanê, derbarê binpê kirina mafê zîndanîyan de raporek biragiştî re eşkere kir.
Platforma ku ji 12 sazîyan pêk tê li avahîya Komeleya Xizmên Zîndanîyan (TUHAY-DER) bi pres konferansekê bal kişandin ser kêm bûna tedbîrên li hember belavbûna vîrusa korona.
Endama Komeleya Azadîxwaz û Hiquqnasan (OHD) parêzer Ebru Demîrtepe dide zanîn ku rapor ser 4 zîndanên bajarê Wanê, bi encama hevdîtinên ligel girtîyan ra hatîye amade kirin.
Parêzer Demîrtepe dîyar kir ku rêvebirên zîndanan, amûrên paqijîyê nadin girtîyan û wiha got.
“Li zîndanan hin tedbîr hatine hildanê, lê têra parastina ji vîrusa korona nake. Jiber ku girtî nikarin bi pereyî tiştên paqijîyê bikirin.” Demîrtepe destnîşan dike ku hejmarek gardîyan û girtî bi vîrusa korona ketîne, lê derbarê vê rewşê de rêvebirîyên zîndanan agahî nadin wan.
“Bi taybet li zîndana tîpa M ya Wanê, hejmarek gardîyan û girtî bi vîrusa korona ketine. Malbat dibêjin ku piştî girtîyên wan tuşî vîrusa korona bû, tekilîyên wan qut bûne û nikarin agahî bistînin."