Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siberoja Alozîya Sûrîyê Piştî Dawîbûna Civînên Astana Çi Ye?


Civîneke Astana ya sala 2018an
Civîneke Astana ya sala 2018an

Gera 20ê ya civînên Astana yên di navbera Îran, Rûsya û Tirkîyê de li ser alozîya Sûrîyê, îro Çarşemê li paytexta Kazaxistanê, bi dawî bû.

Tevî hersê alîyên navborî şandên hikumeta Sûrî û opozisyonê, herwiha şanderê Navneteweyî jibo Sûrîyê Geir Pedersen di civînê de beşdar bûn.

Li gor daxuyanîya dawî ya civînê, beşdaran mijarên weke, pêvajoya asayîkirina peywendîyên Şam û Enqereyê, vegera penaberan, şerê terorê û rûbirûbûna projeyên cudaxwaz, rewşa li Îdlibê û li Bakur-Rojhilta Sûrîyê, tevî çend mijarên din gotûbêj kirine û li ser li hev kirine.

Sîyasetvanê Kurd Selah Elemdarî dîyar kir ku rêça Astana jibo berjewendîyên Îran, Rûsya û Tirkîyê çêbûye, ku rejîma Sûrî alîyê herî serketî xuya dike.

Lê, Elemdarî di wê bawerîyê de ye ku ev her çar dewlet bi tena xwe nikarin çarenivîsa Sûrîyê weke ew dixwazin binvîsin.

“Erêkirina Amerîka û Ewrupa gerek e, nûavakirin jibo Sûrîyê pêwîst e û jibo vê jî fînansekirin gereke û ev her çar dewlat nikarên wê bikin, loma tişta ew dikin dimîne boyax li ser kaxez e”.

Ji alîyê xwe ve nivîskar û şîrovekarê sîyasî Şoreş Derwêş dibîne ku Rûsya nexşerêya asayîkirina peywendîyên Şam û Enqereyê birêve dibe, ku tişta di rêça Astana de hatiye danîn dê li Mosko bi civînên çaralî berdewam bike.

Derwêş herwiha bal kişand ku Tirkîyê dê razî nebe şertên rejîma Sûrî ya vekîşana ji nav axa Sûrîyê pêk bîne, çimkî ew herêmên dagîrkirî û bi taybet Efrîn û derdora Heleb beşek ji nexçeya “Mîsaqa Millî” dibîne.

“Tirkîyê bi rêya hebûna xwe ya leşkerî dixwaze fişarê li hember rejîma Sûrî li ser maseya guftûgoyê bike, lê li beramberê pêkan e alîgirên rejîmê Rûsya û Îran asteke pirtir fişaran li Tirkîyê bikin”.

Herwiha Derwêş dîyar kir ku lihevhatina Şam û Enqereyê dê guvaşên Ii ser Rêvebirîya Xweser zêde bike, ku Tirkîyê ji rejîma Sûrî û Rûsya dixwaze Hêzên Sûrîya Demokratîk weke teror binav bike daku êrîşine nû li dijî herêmê pêk bîne.

Lê, li gor Derwêş ev yek bi benda hebûna hêzên Amerîkî li ser erdê rûbirû dibe, ku piştgirîya Kurdan û HSDê di şerê dijî DAIŞê de dikin.

“Hebûna hêzên Amerîkî gerantîyeke mezin e, loma jibo pêkanîna lihevhatinên Astana pirseke sereke derdikeve holê, ew jî gelo helwesta Amerîka ji nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de dê çi be?”

Herwiha Selah Elemdarî dîyar kir ku Tirkîyê jibo dijatîya Kurdan li Sûrîyê dixwaze hevalbendan ji xwe re peyda bike, loma dixwaze Rûsya, Îran û rejîm jî bibin hevkarên wê jibo binxistina Rêvebirîya Xweser û hêza di destê Kurdan de.

Lê, Elemdarî got ku ev plan bi hebûna hêzine din li meydanê tê asteng kirin, “Hêzên Koalisyona li dijî DAIŞê weke îradeyeke navdewletî dixwazin Kurd, MSDê û HSDê li ser erdê bimînin, loma armancên Tirkî zû dê biser nekev lê dijatîtya Tirkîyê jî dê bimîne.”

Hêjayî gotinê ye ke Wezareta Derve ya Kazaxistanî pêşniyar kir ku bi vê gerê re, rêça civînên Astana ku di Çileya sala 2017an de destpê kiribû, bidawî bibe, û îdîa kir ku “Sûrîyê ji alozîya tê de bû, derketîye”.

NR_06_21_2023_Astana_20
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:26 0:00
XS
SM
MD
LG