Papayê Vatîkanê di peyama xwe ya Krismisê de îro Duşemê got ku zarokên di şer de dimirin, di nav wan de li Gazeyê, "Îsayên biçûk ên îro" ne û sivîlên bêguneh li wir dikevin ber êrîşên Israîlê.
Di axaftina xwe ya roja Krismisê de, Papa Francis êrîşa 7'ê Cotmehê ya li dijî Îsraîlê ji aliyê mîlîtanên Hamasê ve weke "êrîşka ne hez" binav kir. Wî dîsa daxwaza azadkirina nêzîkî 100 dîlên şer kir ku hîn li Gazayê di destê mîlîtanên Hamasê de ne.
Di gotara xwe de li pêş hezaran kesên amade li meydana St. Peter's, mezne oldarê Krîstyayên Katolîk careke din rexne li sazkariya çekan girt û got ku ew kontrola lestikvaanên şeran dike.
Papa Francis yê 87 salî, ku 11'emîn Krismis wek rêberê Vatîkanê pîroz kir, banga dawîkirina şer û pevçûnên siyasî, civakî û leşkerî kir, bi taybet welatên wekî Ukrayna, Sûriye, Yemen, Libnan, Ermenistan û Azerbaycanê. Wî herwiha daxwaza parastina mafên mirov û mafên koçberên cîhanê kir.
Jêder: Reuters