Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Berê ya Katalonî Ponsati Xwe Radestî Polîsên Skotlandî Kir


Akademîsyena Katalonî Clara Ponsati, ku hikûmeta Îspanya jiber rola wê ya di kempeyna serxwebûnê ya Katalonî de daxwaza wê dike, îro xwe radestî polîsên Skotlandî kir.

Xanim Ponsati dema giheşt navenda polîsan ji alîyê piştevanên ku “estelada” anku ala serxwebûna Katalonî rakirin, hate pêşwazî kirin.

Ponsati bi rêka parêzerê xwe Aamer Anwar got ku ew bûye armanca tolhildaneke sîyasî û loma jî ewê bi biryarderî têkoşîna xwe berdewam bike.

Ponsati ku berê wezîra perwerde ya Katalonya bû, niha li Zanîngeha St Andrews ya navdar mamostetî dike û hewil dide ku ew ji Îspanya re neyê şandin.

Hikûmeta Madrîd, Ponsati bi serîrakirina dijî hikûmeta navendî û bi çewtî karanîna diravên fermî bo referanduma serxwebûnê ya Katalonî tawanbar dike.

“Ponsati bawer nake ku dadgehên Îspanî dikarin bêalîbûnê, mafên mirovan û dadmendî garantî bikin. Ew herwiha spasîya serokwezîra Skotlandî Nicola Sturgeon, ku bi xwe jî dixwaze ji Brîtanya cihê be, bi berdewamî piştgirî dide gelê Katalonya, Anwar got.

XS
SM
MD
LG