Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo û Serokwezîrê Lubnanê Ser Peqîna li Beyrutê Axifîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Serokwezîrê Lubnanê Hasan Diab bi rêka telefonê axifîn.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku Pompeo jiber peqîna li Beyrutê bo gelê Lubnanê sersaxî xwestiye.

‘’Wezîr Pompeo jinûve piştrast kir ku em bi biryar in alîkarîya bidin gelê Lubnanê yê hewil dide ku bandorên vê bûyerê ji holê rake.’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Li gor daxuyanîyê, Pompeo ji Diab re daye zanîn ku ew piştgirîya gelê Lubnanê dikin û ewê hevkarîyê bikin.

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê herî dawî dîyar kir ku di peqîna li Beyrutê de 135 kesan jîyanên xwe ji dest dane, bi qasî 5000 kes birîndar bûne û bi dehan kes jî wenda ne.

Karbidestên Lubnanê dibêjin ku peqîn jiber amonyumnîtratên di depoya li benderê çêbûye, lê Serok Donald Trump di preskonferansa roja Sêşemê de gotibû ku peqîn mîna ya êrîşekê ye.

‘’Li gor hin generalên me ew peqîn naşibin peqînên sanayîyê. Niha, di vê qonaxê de, her çiqas ew jî rind nizanin jî rewiş wisa xuya dike.’’ Trump gotibû.

XS
SM
MD
LG