Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Divê Tirkîyê Brunson Berde


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, ser qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson got ku ‘’êdî wexta wî ya bo vegera mal hatiye’’

Dadgeha Tirkîyê bo Brunson, ku bi qasî du sal in girtî ye, hefteya borî biryara domandina girtîbûnê dabû.

Pompeo ji kanala CBN re, ser pirsa ‘’tu derbarê girtina Brunson ji Tirkîyê û serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan re çi dibêjî’’ dîyar kir ku divê Brunson ‘’êdî were berdan.’’

Pompeo da zanîn ku ew û Serokê Amerîka Donald Trump ser berdana Brunson bi awayekî berfireh dixebitin.

Wezîrê Derve yê Amerîka dîyar kir ku ew bo berdana Brunson û girtîyên wek wî geşbîn e û ewê di rojên pêş de encamên baş bigirin.

Li gor biryara Dadgeha Cezaya Giran ya 2’yê Îzmîrê, rûniştina çaran ya doza Brunson dê 12’ê Cotmehê de pêk were.

XS
SM
MD
LG