"Ev nivîs Nêrîna Hikûmeta Amerîkî ye ku di Dengê Amerîka de tê weşandin"
Di axavtinek vê dawî yê de li Wilayeta Iowa li ser azadiya olî, Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo azadîya olî, bi "azadiya meya pêşîn - li gorî destûrê" da naskirin û got, " hurmeta mezin ji vî mafî re delîlê rêveberiya me ye.”
Azadiya olî li gelek welatan hêşta di bin gefê deye. Wezîrê Dereve Pompeo destnîşan kir ku çar ji pênc mirovên li seranserî cîhanê ji azadiya olî ya rast û dirust, di bêbehrin. Ji bo baştirkirina şert û mercan ji bo kû kesên dixwazin xwedî azadiya wijdan bin, welatên Yekgirtiyên Amerîka hemû şiyanên di destên xwe de bikartîne, weka nimune, binavkirina wan welatên ku vî mafê bingehîn binpê dikin:
"Me, şerê Çînê li dijî bawerên olî, bilêv kiriye. Her wesa girtina bi komel ya xelkê Ûygûr (Uyghurs) û biryarên wê yên bêol jibo guhertina nivîsînên Deh Şêwiran li ser derokên Kenîseyan bi gotinên Sekretêrê Giştî Xi, bê şermezarkirin derbaz nebûne.”
Di du salên borî de, Wezareta Dereve du kofirans li ser astê wezretê ji bo berevpêşxistina azadîya olî, rêkxistine, ku rayedarên olî û neteweyî ji seranserî cîhanê gihan hev bi mebesta parastina mafê bingehîn ê azadiya olî.
Wezîrê Derve Pompeo got, Amerîka jidil pêgirtiya parastina azadiyên bingehîn ên mirovane li çaraliyê cîhanê. Wî got jî, eve mîratê pir bi şanaziyê damezrênerên welatî ye, yên ku Welatên Yekgirtî li ser sozên misogerkirina mafên binemayî ava kirî ku di Daxuyaniya Serxwebûnê û Destûrê welatî de hatine dariştin.
Wezîrê Derve Pompeo ragehand ku “ divê siyaseta derve ya welatê me li ser bingehê vê têgihiştinê were damezrandin.” Ew pêdeço u got. "vê sozê, em kirine stêreka geş di cîhana azadîyê de. . . warê me yê rêbaza derve li ser esasek mûkim hatiye avakirin, destpêka damezrandinê li ser wan stûnên mukime."