Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Polîsên Tirkiyê da, Lingê Parlamenterê HDP'ê Şikest


Di xwepêşandanên li Wanê û Hekariya da, polîsan lingê parlementerê HDPê Habîp Eksîk şkand
Di xwepêşandanên li Wanê û Hekariya da, polîsan lingê parlementerê HDPê Habîp Eksîk şkand

Li Tirkîyê hejmarek zêde partî, sazî û komele derketin qadan ku îro wek “9’ê Cotmehê destpêka komploya bo girtina Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan” qebul dikin, xwepêşandan li dar xistin û ev roj şermezar kirin.

Xwepêşandanên ku bi dirûşmeya “Em bo azadîyê dimeşin” bi pêşengîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)ê pêk hat û bi van çalakîyan daxwaza azadîya Ocalan hat xwastin.

Di xwepêşandên Wanê û Hekariya da, polîsan êrîş pêkanîn û lingê parlementerê HDPê Habîp Eksîk şkand
Di xwepêşandên Wanê û Hekariya da, polîsan êrîş pêkanîn û lingê parlementerê HDPê Habîp Eksîk şkand

Lê hêzên ewlekarîyê bi îdiaya binpêkirina qanûnan, destûr neda xwepêşandanên HDP’ê.

Di meşa bajarokê Gevera (Yuksekova) Colemêrgê de polîsan êrîşî girsehê kir û 3 rojnamevan jî di nav de 20 kes desteser kirin.

Di heman bûyerê de parlamenterê HDP yê Îdîrê Habîp Eksîk giran birîndar bû û ew veguhastin nexweşxaneya Geverê. Hat zanîn ku lingê Eksîk ji du cihan re şkestîye.

Li Wanê jî, rûniştvanan xwest bi pêşengîya HDP’ê li kolana Hunerê kom bibin, lê hêzên ewlekarîyê ew dorpêç kirin û êrişî girseyê kirin. Li gor HDP’ê polîsan herî kêm 55 kes desteser kirin.

Li gor Ajansa Mezopotamyayê, di xwepêşandanên li Wan, Colemêrg, Riha, Îzmîr, Amed û Stanbolê de 139 kes hatine desteser kirin.

AA_09_10_22_Hêzên Ewlekarîyê êrîşî xwepêşandana HDP kirin.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:34 0:00
XS
SM
MD
LG