Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonya Piştî Tevgerên Wagnerê Hejmara Leşkerên li Sînorê Belarûsê Zêdetir Dike


Komîteya Ewlekarî ya Polonya jiber Koma Wagner ya li Belarûsê biryar da ku yekîneyên artêşê bişîne rojhilata welêt.

Rêberê koma Wagnerê pêr Çarşemê di vîdyoyekê de xuya bû ku li Belarûsê pêşwazîya çekdaran dike û dibêje ewê artêşa vî welatê pêşve bibin.

Wezareta Berevanî ya Belarûsê jî do Pêncşemê dîyar kir ku çekdarên koma Wagnerê li nêzî sînorê Polonya ya endama NATO dest bi perwerdekirina leşkerên Belarûsî kirine.

Karbidestên Polonya dibêjin ku perwerde û hîndarîyên hevbeş ya artêşa Belarûsê û Koma Wagnerê provokasyon in.

Medyaya Polonya dîyar dike ku ser tevgerên li nêzî sînor, Wezîrê Berevanî yê Polonya Mariusz Blaszczak dîyar kiriye ku ku ew yekîneyên leşkerî ji rojavayê welêt bişînin hêla rojhilat.

Rûniştvanên li nêzî sînorê Belarûsê dijîn dibêjin ku piştî hatina hêzên Wagnerê dengê çekan û helîkopteran zêde bûne û ew ditirsin ku şerê li Ukrayna bigihije wan.

Wezîrê Berevanî Blasczak serê vê mehê gotibû ku ewê pirtir ji 1000 leşker bişînin rojhilata welêt.

Dîsa, Polonya di serê Tîrmehê de dîyar kiribû ku ewê bo ewlekarîya sînor 500 Polîsan bişîne sînorê bi Belarûsê re.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG