Gurûpeka leşkerî ya nîvfermî ya Şîiî li Îraqê dibêje bombeyek baseke şervanên wan li rojhilatê Îraqê kir armanc û di encamê de 7 kes kuştin û 26 kesên din birîndar kirin.
Hêzên Heşdulşaabî di daxuyaniyekê de got teqînê basa wan li bajarokê Balad Ruz kir armanc ku ji parêzgeha Besra diçû.
Ta niha kesekî berpirsiyariya êrîşê ranegihandiye. Gurûpa Dewleta Îslamî ya Sunni caran gurûpên Şîiî dike armanc.
Gurûpa Daiş a ku navçeyên berferh li Îraq û Sûriyê kontrol kiribûn û piştî çar salên şer hemî jidest dan, hîn bi riya şeneyên xwe yên razayî êrîşan li Îraqê pêk tîne.