Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilgirtina Xwarinê di Amanên Plastîkî de Metirsiya Nexweşiya Dil Zêde Dike


Xwarin di Firax-Amanên Plastîkî de
Xwarin di Firax-Amanên Plastîkî de

Li ser zirarên karanîna amanên plastîk lêkolîn zêde dibin, Zanyarên Çînî dibêjin, bikaranîna paket û amanên plastîkî ji bo parastin û hilanîna xwarinê metirsiya nexweşiya dil zêde dike.

Lêkolîneka Zanîngeha Bijîşkî ya Ningxia eşkere dike ku dema xwarin, nemaze di germahiyên bilind de, di konteynerên plastîk de tê danîn, perçeyên piçûk yên plastîk dikevin zik û di diekvin di nava xwînê de û dibin sedema enfêkşin û hewdanê di laşê microvan de.

Ji bo ku bigihîjin vê encamê, lêkolîner tenduristiya dilê 3,000 mirovên ku bi domdarî xwarin ji derve û bi konteynir û amanên plastîk dihatin û wan dixwar, şopandin. Dûv re wan bi ser mişkan tecrube û ceribandin çêkirin.

Bi mehan şile û ava germ ya di firaxên plastîk de karanî û piştî sarbûnê didin mişkan.

Lêkolîneran gotin, "Encaman destnîşan kir ku vexwarina wê av û şilava di firaxên plastic de mîkroorganîzma di laş û rûvîyan de guherandîye, bandor li pêkhateya mîkrobiota rûvîyan kir û metabolîtên mîkrobiota rûvîyan guherandîye, nemaze yên ku bi iltîhaba û stresa fişara oksîtasyonê tûş bûne".

Ev lêkolîn di demekê de ye, ku çavdêrên tenduristiyê li ser zêdebûna rêjeyek plastîk di laşê mirovan de hişyar didin.

Li gorî lêkolîneke zanistî ku di sala 2024’an de li zanîngeha New Mexico hatiye kirin, rêjeya plastîkê di mejiyê mirovan de di heşt salên borî de bi lez zêde bûye û gihîştiye %0.5.

XS
SM
MD
LG