Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PKKê Berpirsyariya Êrîşa Xwekujî Ya Enqerê Ragihand


Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, berpirsatiya teqîna xwekujî ya roja Yekşemê li ber avahiya wezareta navxwe ya Tirkîyê ragihand.

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya roja Yekşemê êrişeke “terorîst” li ber avahiya wezareta navxwe ya li nêzîkî parlemanê ragihand û got, yek ji wan êrîşkeran xwe kuştiye û yek jî ji aliyê polîs ve hatiye kuştin. Herwiha hat gotin ku di êrîşê de 2 polîsên ewlekariya Tirkiyê jî birîndar bûne.

Li gorî ajansa Associated Press, teqîn bi çend demjimêran berî destpêkirina rûniştina payîzê ya parlemanê qewimî û biryar bû serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro piştî nîvro civîna payîzê veke.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Parastina Gel bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrîşa li dijî wezareta navxweyî girt ser xwe û got êrîş ji aliyê herdu endamên wan Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku endamên wan di roja vekirina rûniştina nû ya parlemanê de ev yek weke çalakiyeke plankirî kirine û ev plan bê astengî pêk hatiye.

Navenda Parastina Gel da zanîn ku wê di demên pêş de hûrgiliyên operasyonê û navên fermî yên kiryardaran eşkere bikin.

Li gorî daxuyaniyê, ev operasyon bersivek e ji bo “talankirin û jenosîda faşîst a Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û bersiva bikaranîna çekên kîmyayî li dijî gerîlayan e.”

XS
SM
MD
LG