Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Tirkîye 3000 Dolar Mûçe Dide Çekdarên Sûrî yên li Kurdistana Îraqê ku Şerê PKK'ê Bikin


Alayê Suriyê û yê Tikriyê
Alayê Suriyê û yê Tikriyê

Çavdêrîya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) di malpera xwe ya fermî de radigihîne ku Tirkîyê bi sedan çekdarên Sûrî seferber kirine ku di şerê dijî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li Herêma Kurdistana Îraqê de cîh bigirin.

SOHR li gor çavkanîyên xwe ragihand ku karbidestên Tirk li çîyayên Herêma Kurdistana Îraqê jibo ku li dijî “PKK şer bikin, hewil didin hejmara çekdarên kirêgirtî yên komên alîgirên Tirkîyê zêde bikin.

"Bi mebesta beşdarîyê di wî şerî de desthilatdarên Tirkîyê mûçeyên balkêş yên navbera 2500 û 3000 dolar dide her çekdarekî û ev mûçe gelek ji yên çekdarên Sûrî ku Enqerê li Lîbya, Azerbeycan û Nîjerê kar anîbûn, bilindtir e," SOHR got.

Li gor çavkanîyên pêbawer yên SOHR, hejmara çekdarên Sûrî ku tê pêşbînî kirin ku tev li şer bibin, nêzî 400 çekdar in ku ji koma çekdar yên Sultan Silêman Şah, Firqeya El-Hemze û Firqeya Sultan Murad in.

Çavkanîyên SOHR roja Sêşemê ragihandibû ku desthilatdarên Tirk bi sedan çekdarên Sûrî neçar kirin ku li çîyayên Kurdistana Îraqê li dijî PKK'ê şer bikin.

"Çekdar bi awayekî çalak beşdarî şerên dijwar yên li çîyayan kirin, di nava agahîyan de ku hejmarek ji wan ji alîyê şervanên PKK'ê ve hatine girtin," SOHR dabû zanîn.

Dengê Amerîka bi şêweyeke serbixwe nekarî van îdîayên SOHR piştrast bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku destpêka Tîrmehê 2024'ê Berdevkê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji Dengê Amerîka re li ser wê mijarê peyîvîbû.

"Tirkîyê hejmareke mezin ji komên cîhadî anîne Herêma Kurdistanê. Ew hêzên tundrê ne ku li Îdlib, Efrîn, Serêkanîyê û Girêsipî bi cîh kirine ku berê piranîya wan endamên DAIŞ û El Nusre bûn," Zagros Hîwa, berdevkê KCK'ê ji Dengê Amerîka re gotibû.

XS
SM
MD
LG