Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li rojhilata Ewrupa hejmara kesên bi vîrusa korona canên xwe ji dest dane 1 mîlyon derbaz kiriye.
Li Rûsya, Polonya û Ukrayna hejmara mirinên ji vîrusa korona rekoran dişkînin.
Li welatên li rojhilata Ewrupa 39 ji sedê nifûsa Ewrupa dimîne.
Jêderên saxlemîyê raber dikin ku pirtir ji nîvê mirinên ji vîrusa korona yên li Ewrupa, li rojhilata parzemînê çêbûne.
Ji destpêka pandemîyê vir ve li seranserê Ewrupa 1,873,253 kesan canên xwe ji dest dane ku ji wan mirinan 1,045,454 li welatên li rojhilata Ewrupa ne.
Vîrusa korona li welatên Ewrupa bandora xwe herî zêde li Belarûs, Bulgaristan, Çekya, Macaristan, Moldova, Polonya, Romanya, Rûsya, Slovakya û Ukrayna raber kirine.
Agahîyên ji jêderên saxlemîyê nîşan didin ku cureya Omicronê li welatên Ewrupa hîn nebûye vîrusa berbelav.
Pisporên saxlemîyê dibêjin ger Omicron berbelav be ewê barê nexweşxaneyan girantir bibe.
Li welatên li rojhilata Ewrupa, rêjeya karanîna vaksînan herî zêde li Çekya û Macaristanê bilind e û li Ukrayna jî bi 33 ji sedê ew rêje di asta herî nizm de ye.