Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pisporên Kurd Alozîya li Rojhilata Navîn Çawa Dinirxînin?


Di 7 Cotmehê 2023’yan de dema di navbera Îsraîl û Hamasê de şerek destpêkir, ev yek bes li vê derê nema yekser pekîye tevahîya Rojhilata Navîn.

Di 2’ê Rêbendanê 2024’an de Îsraîlê li paytaxta Lûbnanê li Beyrûtê rayedarê Hamasê Salîh el-Arûrî bi muşekan kuşt.

Îranê jî di 16 Rêbendanê 2024’an de bi mûşekên balîstîk êrîşî Hewlêr (Herêma Kurdistanê), Belûcistan (Pakistan) û Helebê (Sûrîye) kir.

Di 29’ê Rêbendanê de jî bi balefireke bê mirov barîgeha Amerîkayê Tower 22 ya li Urdunê hate armanckirin û sê leşkerê Amerîkayê hate kuştin û 41 leşker jî birîndar bû.

Ev hemû bûyerên dawî ji alîyên hin pisporan ve wek şereke Rojhilata Navîn hate pênesekirin. Lê li gor wan pêkane ku ev yek bibe şera cîhanê ya sêyemîn.

Pisporê Rojhilata Navîn Lêkolîner Faîk Bulut û Pisporê Têkilîyên Navnetewî Prof. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu ev hemû geşedan û rewşa Kurdan ji Mijara Rojê ya Dengê Amerîka re nîrxandin.

Bulut ragihand ku li Rojhilata Navîn pêkane ku şerek çêbe, lê hê zûye ku wek şera cîhanê were pênasekirin.

“Vê şerê em wek şera cîhanê ya sêyemîn nikarin binav bikin. Eva fişare an jî zêdeçûyîne. Lê dikarim bêjim ku ev çirûsk li Îsraîl û Filîstînê destpêkir û paşê jî perikî Kurdistan, Îran, Tirkîye heta nivgirava Erebistanê. Em niha ne dikarin bêjin eva şera cîhanê ye û ne jî dikarin bêjin ev ne şera cîhanê ye.”

Bulut, dide zanîn ku ev bûyerên Rojhilata Navîn tenê ne mesela Îsraîl û Fîlîstînê ye, ev mesele meseleya enerjîyê ye.

“Amerîka ji Hîndistanê heta Erebistanê, dixwaze ku enerjîya heyî li ser Gazeyê re derbasî Derya Sipî bike û ji wê derê jî bibe Ewrûpayê. Di vê planê de bi ya min Amerîka dixwaze ku Tirkîyê jî beşdarî vî bike,” Bulut got.

Li gor Pisporê Têkilîyên Navnetewî Prof. Şeyhanlioglu jî şera ku li Rojhilata Navî tê qewimandin sedema vî bi tevahî enerjî ye.

Şeyhanlioglu dide zanîn ku ana Amerîka, Rûsya, Çîn û welatên Ewrûpayê dixwazin li ser Rojhilata Navîn li gor berjewendîyên xew dîzayneke nû çêbikin.

“Ev stratejîya mezin ne ya Îsraîlê ye, ya Amerîkayê û Ewrûpayê ye. Li ser Yemenê, Hûsîyan û Behra Sor dimeşînin. Ev şerê ku tê qewimîn ne ji bo Fîlîstînê ye, dixwazin ku vê herêmê di nû de li gor bejewendîyên xwe saz bikin. Îro Sûrîye bûye çar perçe, Iraq bûye sê perçe, Yemen, Somalî, Lîbya û hin welatên din jî bune perçe perçe.”

Şeyhanlioglu sîyaseta Îranê di nav Rojhilata Navîn de di cîyekî taybet de dibîne. Li gor wî Îran li hemberî Amerîka şereke wekaletê dimeşîne.

“Sîyasete bingehîn Îran dike. Îran bi Proxy War (Şera Wekalet) serkeftî ye. Katabî Hîzbûllah, Haşdî Şabî û li Rojhilata Navîn bi gelek rêxistina vê şerê didomîne. Bi ya min Îran gelek serkeftîye, li vê derê Amerîka Îranê kontrol nake Îran Amerîka kontrol dike.”

Him Faîk Bulut û him jî Huseyîn Şeyhanlioglu radigîhînin ku di nav van hemû geşedanan de Kurd heke di nav xwe de bikaribin yektîyeke çêkin û sîyaseteke rasyonel birêve bibin dikarin geşedanên heyî jibo berjewendîyê xwe biqulipînin.

ED_06_02_2024_FB_HH
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:45 0:00
XS
SM
MD
LG