Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor Dibêjin Danîna Qayuman Pirsgirêka Kurd li Tirkîyê Kûrtir Dike


Hikûmeta Tirkîyê li hêlekê bangî Serokê PKK Abdullah Ocalan dike ku bila were li meclîsê biaxife, di hêla din de jî qayum datîne ser bajarvanîyên ku Kurdan bi dest xistine.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştgirî da wezîfedar kirina qayuman û got, “Yên ku hatine hilbijartin pêkan nîne ku alîkarî bidin terorê.” Lê, Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî jî di civîna koma dawî ya meclîsê de dubare ragihand ku ew li ser soza xwe ye û bila Ocalan were li meclîsê biaxive.

Pispor dibêjin ku gotinên Erdogan yên ser qayuman û banga Baçelî ni hevre naguncin û vê yekê wek kûrkirina pirsgirêka Kurd nîşan didin.

Rojnamevanê lêkoler Neşat Gundogdu nakokîyên ku di sîyaseta Tirkîyê de pêk tên ji Dengê Amerîka re nîrxand.

"Erdogan di civîna komê ya hefteya borî de rêgeza pêvajoyê eşkere kir. Erdogan di vê pêvajoyê de Qendîl û PKK ji derva dihêle, tenê Kurdên ku welatîyên Tirkîyê ye dike nav vê çarçoveyê. Lê pêvajoya ku bi destê Dewlet Bahçelî destpê kir ew jî kete qonaxeke din. Lê evana tevahî bi danîna qayuman jî kete nav nîqaşên gelek cûda. Ev yek jî nakokîyeke mezin pêk tîne."

Parlamanterê AKP’ê yê berê yê Batmanê Zîver Ozdemîr jî dibêje tiştên li Tirkîyê diqewimin pêdivîye ku di nav qewimandinên Rojhilata Navîn de were dîtin.

Ozdemîr dibêje ku divê pirsgirêka Kurd di çarçoveya bûyerên Rojhilata Navîn de werin dîtin.

"Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn welatan neçar dike û ber bi wergirtina helwesteke taybet radikêşe. Ev pêvajo li ser bûyereke wek danînan qayuman, an jî dest hejandina birêz Bahçelî ya bi rêvebirên DEM Partî an jî bangkirina Ocalan ku di meclîsê de qise bike em nikarin bibînin. Ev pêvajo ne tenê di hundirê Tirkîyê de, bi geşedanên Rojhilata Navîn ve girêdayîne."

Piştî Serokê Bajarvanîya Esenyurtê Ahmet Ozer yê CHP’ê, li şûna Şaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk, Bajarvana Êlihê Gulîstan Sonuk û Şaredarê Xelfetî Mehmet Karayilan qayum hatin erkdar kirin, gotûbêjên cuda ketin di rojeva Tirkîyê de.

Parlamanterê DEM Partî Celal Firat jî li ser danîna qayuman ragihand ku, siyaseta ku ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve tê birêvebirin di nav xwe de gelek nakokîyan pêk tîne.

Li gor Firat ev yek jî her ku diçe, pirsgirêka Kurd çareser nake û kûrtir dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor berpirsên DEM Partî wan li ser banga Bahçelî dixwest ku bersîveke erênî bidin wî, lê piştî danîna qayuman nayê zanîn ka DEM Partî wê sîyaseteke çawa bimeşîne niha di nav rêvebirîya xwe de van pêşhatan nîqaş dike û weke ew dibêjin di rojên pêşîya me de jî nêrîna xwe di vî warî ji raya gel re ragihîne.

ED_ 11_08_2024_Berteken_Qayuman
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

XS
SM
MD
LG