Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê bi Bilinbûna Eflasyonê Çapkirina Pirtûkan jî Dijwatir Dibin


Sûka Pirtûkfiroşan li Wanê
Sûka Pirtûkfiroşan li Wanê

Îro li seranserê cîhanê wek ‘Roja Navnetewîya Pîrtûkan’ bi hin rêze çalakîyan tê pîroz kirin. Lê, li Tirkîyê çapkirin û firotina pirtûkan jiber bilindbûna nirxê dolar û euroyê yê li hember Lîraya Tirkîyê zehmet bûye. Li gor pêzanînên Sazîya Îstatîstîka Tirkîyê (TUÎK) di 2021’ê de buhayê kaxezê ji % 168 zêde bûye.

Herwiha li gor Yekîtîya Weşanxaneyên Tirkîyê ji serê salê heya niha hevîrê kaxizê ji % 250 buhayê wê zêde bûye. Bi vê yekê weşanxaneyan jî êdî çapkirina pirtûkan kêm kirine û bi taybet pirtûkên ku pirfirotî çap dikin. Tevî vê rewşê, êdî çapên hin pirtûkan jî dest nakevin.

Weşanxanêya Sîtavê ku navenda wê li bajarê Wanê ye û piranî pirtûken Kurdî çap dike, jiber krîza aborî, çapkirina pirtûkên wê ji % 50 daketiye. Xwedîyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî wiha behsa vê rewşê dike.

“Di nava van 4-5 mehên dawî de heya 3 qatan buhayê çapkirina kîtêban zêde bûye. Ev jî bandorek gelek xirab li ser weşanên Kurdî dike. Em neçar dimînin ku buhayê kîtêban zêde bikin û vê carê jî xwandevan nikarin pirtûkan bistînin. Bi krîza aborî êdî civak ketiye derdê nanê rojane ku zikê xwe têr bike.”

Bateyî dibêje ku ew niha tenê dikarin pirtûkên ku zêde tên xwandin çap bikin û pirtûkên ku kêm tên xwandin jî bi rêya dîjîtal belav dikin. Bateyî herî dawî got ku rewşek gelek xirab heye û ew pêşeroja weşanxaneyan pir xirab dibîne.

Mehdî Gerçeklî
Mehdî Gerçeklî

Li navenda bajarê Wanê sûka pirtûk firoşan li pasaja Misirê ye û her diçe hejmara dikanên wê derê kêm dibin. Me ji firoşkarê pirtûkan yê Arşîvê, Mehdî Gerçeklî pirsî gelo ew roja pirtûkan ya navnetewî çawa pêşwazî dike?

“Di despêkê de vê rojê li hemî xunêran pîroz dikim û hêvî dikim ku xwandevanên hemî cîhanê bigehîn pirtûkên ku dixwazin. Niha peydanebûna pirtûkan çêbûye. Jiber ku çapên wan qedîyane, em nikarin xwe bigihînin hemî pirtûkan”

Gerçeklî dibêje ku ev pirsgirêke ne tenê jiber bazirganî an jî aborîyê ye, sedema van pirsgirêkan rêveberîna û polîtîkayên şaş yên welat in.

Ew herwiha dibêje ku di sedsala 21’an de hin jî pirtûk tên qedexe kirin û desthilat bi vê yêkê destûr nade civak bi azad ramanên xwe binivîse.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ‘23’ê Nîsanê Roja Navnetewîya Pîrtûkan’ ji alîyê Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve hatiye qebûl kirin û cara yekê di 23 Nîsana 1993’an de hatiye pîroz kirin.

XS
SM
MD
LG