Di encam teqekirinê de li bajarê Philadelphia yê wîleyata Pennsylvaniya, şeva Şemiyê herî kêmî ve 9 kes birîndar bûn, ku birîna 2 kesan ji wan giran e, weke daxuyaniya polîsan dibêje.
Cîgirê Yekem yê Komîserê Polîsê Philadelphia John Stanford ji rojnamevanan re got ku çend çekdar li devera Kensington ya Philadelphia ji otomobîlekê peya bûn û gule berdan û nêzîkî 40 gule teqandin.
Wî got ku heft ji birîndaran di nexweşxaneyê de ne ku rewşa wan baş e. Stanford diyar kir ku armanca kesên ku gulebarndin hê jî, ne diyar e.
Bûyerên kujer piştî zincîreka gullereşandinê li dibistanên Amerîkî tê ku tenê îsal bi dehan kes di êrîşên teqekirinê de hatine kuştin û birîndar kirin.
Yek ji êrîşên herî kujer di meha Gulana borî de bû dema ku çekdarekî 19 zarok û 2 kesên din li Uvalde, ya wîlayeta Texasê kuştin.
Di vê navberê de, şeva Halloweenê li bajarê Chicago yê wîlayeta Kansasê, di encama gulebarandinê de kesek hat kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.