Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pfizer jibo Wergirtina Destûra Karanîna Awarte Serî li FDA Dide


Kompanîya Pfizer îro Înê ragihand ku ewê jibo wergirtina destûra bikaranîna awarte (emergency use authorization EUA) ya ji vaksîna wê ya COVID-19 serî li hikûmeta Amerîkî bide.

Serlêdana Pfizer ya Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) şend roj piştî ragihandina wê û kompanîya BioNTech ya Almanî tê ku wan qonaxa dawîn ya ceribana vaksdînê bi serketî temam kiriye.

Pfizer û BioNTech ragihandibû ku encamên herî nû yên asta dawîn ya ceribandina vaksînê bi rêjeya % 95 bandorbûnê nîşan daye û ti pirsgirêkên saxlemîyê derneketine.

Her du kompanî hêvî dikin ku FDA heta nîvê meha donzdeh Berfanbarê serlêdana wan erê bike û piştî hîngê ew demûdest dest bi belavkirina vaksînan bikin.

XS
SM
MD
LG