Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pizişkîyan Îro li Herêma Kurdistana Îraqê Ye


Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkîyan îro Pêncşemê serdana Herema Kurdistana Îraqê kir ku bi rêberên herêmê hevdîtinn bike.

Pizişkîyan li firoxaneya li paytext Hewlêrê ji alîyê serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve, bi mereasîmeke bi beşdarîya Pêşmergeyên Kurdistanê hat pêşwazî kirin.

Pizişkîyan li Hewlêrê bi Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anî, berîya ku biçe bajarê Silêmaniyê, ku di bin kontrola partîya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) de ye.

Serokkomarê Îranê roja Çarşemê, di qonaxa yekê ya serdana xwe ya sê rojî de, li Bexdayê îmzakirina zêdetir ji deh peymanan ragihand, yên jibo xurtkirina peywendîyên di navbera Îran û Îraqê de.

Ji dema ku Pizişkîyan di Tîrmehê de wek serokkomarê Îranê dest bi kar û vir ve kir, ev serdana wî derveyî welat ya yekê ye.

Serdana Pizişkîyan di demeke girîng de pêk tê ku jiber şerê li Gazayê alozîyên li Rojhilata Navîn zêde bûne, komên çekdar yên ku Îran piştgirîya wan dike li Îraqê çalakîyên xwe zêdekirine û peywendîyên Îraq û Amerîka tevlîhev bûne.

Peywendîyên Îranê û Herema Kurdistana Îraqê di mehên dawî de baştir bûne, bi alîkarîya hewlên jibo bêbandorkirina komên opozîsyonê yên Kurdên Îranê, ku demeke dirêj li herêmê çalak in.

Tehranê di 2022’an de jimareke êrîş bir ser wan komên çekdar yên li Herema Kurdistanê, berîya ku Îraqdi Adara 2023’an de bi Îranê re peymaneke ewlehîyê îmza bike.

Pizişkîyan Îro li Herêma Kurdistana Îraqê Ye
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:00 0:00

Bexdayê soz da ku van komên Kurdên Îranê bêçek bike û wan heremên sînorî veguhezîne kampan.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sûdanî roja Çarşemê got ku wê rê nedin ku ji axa wan dijî Îranê ti kiryareke destdirêjîyê p kiryareke destdirêjîyêk were.

"Em bi ser ketine... di avakirina rewşa ewlekarîya li heremên sînorî," wî got.

Îranê opozisyona Kurdên Îranê bi qaçaxçîtiya çekan ji Îraqê û êrişkirina ser hêzên ewlehîyê yên xwe tawanbar dikir.

Herwiha heman komên Kurdên Îranê bi azirandina xwepêşandanên piştî kuştina Jîna (Mahsa) Emînî di Îlona 2022’an de tawanbar dikir, ku jinek ciwan ya Kurd li Îranê bû ku ji alîyê polîsên exlaqî ve hatibû girtin û piştre mirî hatibû dîtin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG