Serokê Îranê Mesûd Pizişkîyan îro Înê got ku divê Îsraîl kuştina mirovên bêguneh rawestîne.
Pizişkîyan îdia kir ku Amerîka û Yekîtîya Ewrupa piştgirîya kiryarên Îsraîlê yên li Rojhilata Navîn dikin.
"Ez dixwazim ji Îsraîlê re bibêjim: dest ji kuştina mirovên bêguneh berde. Dest ji bombebarankirina avahîyên sivîlên bêguneh berde. Îsraîl van kiryarana dike jiber ku dizane Amerîka û Yekîtîya Ewrupa li pişt wê ne.”
Pizişkîyan ku jibo civîneke navnetewî li Turkmenistanê de ye, ji televîzyona dewleta Rûsî re got ku Îsraîl her awayê peymanên navnetewî binpê dike.
Îsraîl di hefteyên dawî de êrîşên xwe yên li ser Hizbullaha Lubnanê zêde kirine û rêberên payebilind yên wê rêxistina bi piştgirîya Îranê dikuje.
Îsraîl herwiha li başûrê Lubnanê operasyonên bejayî jî didomîne û armancên Hizbullahê yên li Beyrutê jî dide ber bombebaranan.
Hêjayî bîrxistinê ye ku li Rojhilata Navîn rewşeke aloz heye û bendewarî heye ku Îraîl bi awayekî tund bersîvdana êrîşên muşekî yên Îranê yên 1ê Cotmehê bide.