Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Ser bi Tirkîyê Peykera Newrozê li Efrînê Rûxandin


Komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve peykera Newrozê li navenda bajarê Efrînê hilweşandin ku Rêvebirîya Xweser ew li çerxerêyeke serekî li bajêr danîbû.

Ew peyker di şeva cejna Newrozê de vediguherî qada vêxistina êgir û şênî li wê derê kom dibûn, loma ew peyker ji gelê Efrînê re pir girîng bû.

Peykersaz Esmet Reşîd Misto ji Dengê Amerîka re got ku wî bi du hevkarên xwe re, di sala 2014'an de ew peyker saz kiribû.

Esmet Misto
Esmet Misto

“Me li ser rûyên wê nîgarên şaristanîya herêmê yên wek Şêrê Eyndarê, Şikefta Duderîyê, Kawa û pêta Agirê Newrozê û kevoka aştîyê danîn”.

Misto bi bîr anî ku komên çekdar berî rûxandina peykerê, rûyên wê ku nîşane û sembolên Kurdî li ser bûn, bi ala Tirkî û ya çekdaran nuximandibûn.

“Rûxandina peykera Newrozê di wê çarçovayê de ye ku Tirkîyê naxwaze ti şopa Kurdî li Efrînê nemîne û dîroka Kurdan hinda bike. Lê ew çi bike emê dîsa li dîrok û çanda xwe xwedî derkevin”.

Hêjayî gotinê ye ku komên çekdar berê jî peykera Kawayê Hesinkar li Efrînê rûxandibûn, herwiha navên Kurdî yên çerxerê û qadên bajêr û navên pir gundan jî guhertibûn û navên Tirkî lê kiribûn.

Herwiha, ji dema êrîşa Tirkî bi ser Efrînê de, gelek cîhên dîrokî, şûnwar û nîşaneyên Kurdîbûna herêmê hatine jinavbirin.

Li gor Kargêrîya Şûnwaran ya Efrînê nêzî 50 cîhên şûnwaran hatine dizîn û rûxandin, herwiha 26 mezargehên olî ku piranî yên Êzîdîyan in, hatine rûxandin.

NR_11_25_2021_Rûxandin_Peykera_Newroz_Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG