Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yawer: Eger Ji Bo Rêxistina Pêşmerge Guh Nedîn Hevpeymanan Dê Me Bicih Bihêlin


Peykerê Pêşmerge li Derdora Kerkuk
Peykerê Pêşmerge li Derdora Kerkuk

Lîwa Cebar Yawer, sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gote Dengê Amerîka, "Hevpeyman me teşwîq dikin ku em Pêşmergeyan careke din bikin yek û wan bikin hêzeke rêxistî û şareza."

Dîsan dibêje, "Koalîsyona navnetewî dixwaze Pêşmerge ji nakokiyên partiyan veder be. Eger em vê yekê bikin dê destxweşiyê li me bikin. Eger em guh nedin wan dê mîna Efganistanê me bihêlin. Heta hetayê dê ji me dûr bikevin."

Wî tekez kir ku “Koalîsyon ji sala 2003’an ve li gel me ye, eger ji 2014’an ve hesab bikîn, dê bin 10 sal, tevî hemû alîkarî, pere, çek, cebilxane û perwerdekirina Pêşmergeyan ji me re pêşkeş kirîye, ger em guh nedin wan, dê ji me bêzar û dûr bikevin."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryar e li navçeyên leşkerî yên yek û du ku piraniya hêzên Pêşmerge û fermandeyê hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge li xwe digire, dê dest bi rêxistina wan were kirin.

Hêza 70 ya YNKê ye û Hêza 80 ya PDKê ye, yek ji daxwazên hevpeymaniyê ew e ku van hêzan di nava Wezareta Pêşmerge de birêxistin bikin, lê çavdêr di wê baweriyê de ne ku navên her du hêzan bên guhertin.

Jêderekî pilebilind yê leşkerî ku niha postek fermî û bilind di dest de ye gote Dengê Amerîka, "Guherîna navên 70 û 80 bo deverên serbazî 1 û 2, tenê guhertineke navî ye, ne yekbûna Pêşmerge ye, li ser daxwaza hevpeymaniyê ku heta sala 2026ê nabe ti hêzek derveyî wezareta Pêşmerge bimîne."

Her wiha got, "Pêwîste demek dirêj derbas bibe ku hêzên Pêşmerge ji bin serweriya partiyan bên derxistin. Divê çarçoveya leşkerî gav bi gav hêzên Pêşmerge bibin yek."

Di meha Kanûna 2024ê de çendîn şandên leşkerî yên bilind yên welatên Ewropayê serdana Herêma Kurdistanê kirin û ligel Serokê Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge civiyan.

Di vê mehê de Wezîrê Berevaniya Holenda, Wezîrê Berevaniya Îtalya, Wezîrê Berevaniya Almanya, Generalê Brîtanya û çend şandên leşkerî yên din jî di nav wan şandan de bûn ku di vê mehê de bi awayekî cuda serdana Herêma Kurdistanê kirin.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal serdana şandên pilebilind yên Ewropa û welatên din bo Herêma Kurdistanê rewşeke asayî bi nav kir û di wê baweriyê de ye ku ew serdan dirêjkirina serdanên berê ye.

Zîrek Kemal ji Dengê Amerîka re got, "Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê saziyeke yasayî ye, ji ber wê jî dê şandên derve pêk bên û pêşwazî li wan were kirin."

Di demekê de ku nebûna baweriyê di navbera YNK û PDKê de, sedema sereke ya nebûna yekrêziya hêzên Pêşmerge tê dîtin, lê berpirsên Wezareta Pêşmerge di wê baweriyê de ne ku îradeya yekgirtin û rêxistinkirinê di nava hêzên Pêşmerge de ji serdestiya partiyan bihêztire.

Rewşa Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:48 0:00
XS
SM
MD
LG