Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna li Bendera Derince ya Tirkîyê de 10 Kes Birîndar Dibin


CORRECTION Turkey Russia Ukraine War
CORRECTION Turkey Russia Ukraine War

ENQERE - Di peqînekê de li bendera Tirkiyê herî kêm 10 kes birîndar bûn.

Roja Duşemê ji ber peqînekê li sayloyên genim yên li nêzî bendera Derince li rojavayê Tîrkiyê 10 kes birîndar bûn, birîna du kesan girane, lêkolin tên berdewam kirin.

Parêzgarê herêma Kocaeliyê Seddar Yavuz derbarê wê bûyerê de go "Peqîn derdora saet 14.40’an piştî nîvro, li nêzîk bendera Derince çêbûye."

Yavuz da zanîn ku lêpirsînên destpêkê diyar dikin ku peqîn ji ber zexta toza genim çêbûye, lê dîsan jî berpirs hatine lêpirsîn kirin û lêkolîn li dor bûyerê dom dikin.
Yavuz herwiha got, peqîn di wî çaxî de pêkhat dema ku genim ji keştiyan vediguhast sayloyên genim.

"lêkolînên destpêkê ji me re hat goitn ku ji aliyê teknîkî ve dibe peqîn jiber zexta kombûna ser hev ya toza genim pêkhat be, lê dîsan me lêpirsîn li dij her kesekî daye destpêkirin."

Wezareta veguhastinê ya tirkiyê ragihand ku di encama peqînê de ti keştiyekê zirar nedîtî ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG