Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Jibo Pêşnîyara Mazlum Ebdî Dibêje "Em bi Hevkarê Xwe HSD re di Têkilîyê de Ne."


Berdevikê Pentagonê General Pat Ryder
Berdevikê Pentagonê General Pat Ryder

Berdevikê Pentagonê General Pat Ryder roja Sêşemê ragihand ku ew aniha nikare li ser daxuyanîya dawî ya serfermanderê Hêzên Sûrîya Demokratîk de siyasetekî rave bike, lê ew wî hevkarê xwe re ji nêz ve di têkilîyê de ne.

Serfermandarê HSD General Mazlum Ebdî evara Çarşemê di daxuyanîyeke de li ser X’ê li herema Kobanî ya li bakur û rojhilatê Sûrîyê avakirina herêmeke bêçek pêşnîyar kir.

Ebdî pêşnîyara HSD’ê wek bi armanca çareserkirina alozîyên bi Tirkîyê re, û domandina agirbesteke berfireh li tevahîya Sûrîyê, pênase kir.

Lê serfermandarê HSD’ ê, ku di şerê dijî DAIŞ’ê de, li Sûrîyê hevkarê serekî yê Amerîka ye, ji Washingtonê û daxwaza çavdêrî û hebûna Amerîka kir.

“Jibo piştrastkirina pabendbûna me ya domdar jibo bidestxistina agirbesteke berfireh li seranserî Sûrîyê, Em jibo pêşniyarkirina ser avakirina herêmeke bêçek li Kobanî amadebûna xwe radigihînin; bi jinûve bicîhkirina hêzên ewlehîyê di bin çavdêrî û hebûna Amerîkayê de. Ev înîsîyatîf jibo çareserkirina fîkarên ewlehîyê yên Tirkîyê û dabînkirina aramîya mayînde ya li herêmê ye,“ wî li ser X’ê got.

Di preskonferansa rojane ya Pentagonê de, li ser pirsa Dengê Amerîka, “gelo Pentagon amade ye ku wê pêşnîyarê binirxîne û jibo alîkarîkirina wê herema bêçek hêzên xwe bişîne? “, berdevikê wê Ryder wiha bersîv da.

“Ez pêbawer im ku hûnê fêhm bikin, ezê li vir ji ser vê platformê siyasetê nekim. Bêguman em bi hevkarê xwe HSD re, ji nêz ve di têkilîyê de ne. Lê, ezê niha di warê guherîna erkê (dijî DAIŞ) de ti nûvekirinêkî nekim,“ Ryder ji VOA re got.

Piştî têkçûyîna rejîma Esad di 8’ê Berbanbarê de, ji alîyê serhildayên bi pêşengîya koma cihadî Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ) li Sûrîyê rewşek tevlîhev derketîye holê.

Aramî li gelek heremên Sûrîyê li ser xetên nazik dimeşe nazik e û li bakur-rojhilat hîn jî xetên çalak yên metirsîdar hene.

Hêzên Tirk dijî HSD ya bi pêşengiya Kurdan û bi piştgirîya Amerîka, êrîşan pêk tînin.

Artêşa Niştimanî ya Sûrî, yan jî SNA, rêxistinek sîwan ya çend komên ku ji hêla Tirkîyê ve têne piştgirî kirin, beşdarî wan êrîşên dibin.

Karbidestên Amerîkî hevkarîya bi HSD’ê jibo dijî DAIŞ’ê girîng dibînin û dibêjin operasyonên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê fikaran çêdikin.

Bi navbeynkarîka Washingtonê, li herema Minbicê agirbestek pênc rojan pêk hatibû ku şewa Duşemê bidawî bû.

Lê, berdevikê wezareta dervê ya Amerîka Matthew Miller roja Sêşemê ragihand ku ew agirbest heya dawîya vê hefteyê hatiye dirêj kirin.

"Wekî ku me bi eşkereyî dîyar kiriye, em di wê baweriyê de ne ku di berjewendiya ti aliyekî de ye ku şer li Sûrîyê gûr bibe. Em naxwazin ti alîyek ji rewşa ne aram ya niha sûd werbigire da ku berjewendiyên xwe yên pîçûk, di berdêla berjewendiya netweyî ya berfireh ya Sûrîyê pêş bixe," Miller got.

Lê, şerê di navbera her du alîyan de didom e, ku herî dawî hêzên bi piştgirîya Tirkîyê evara Sêşemê bi çekên giran heremên başûrê Kobanêtopbaran kirine, li gor daxuyanîyeke cuda ya HSD’ê.

Li bakurê rojhilatê Sûrîyê nêzî 900 leşkerên Amerîka yê hene ku di şerê dijî vejîna rêxistina tundrê DAIŞ’ê de, HSD’ê dikin.

Piranîya bakur û rojhilata Sûrîyê di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye û pêşengîya wan hêzan Yekîtîya Parastina Gel (YPG) dike.

Enqere, YPG wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ya qedexekirî yê Sûrîyê dibîne û dibêje ew jî rêxistineke terorê ye.

Amerîka jî dîyar dike ku HSD di têkoşîna DAIŞ’ê de hevbendeke girîng e û dibêje ewê hevkarî û piştgirîya xwe ya jibo wan hêzan bidomîne.

XS
SM
MD
LG