Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dibêje Ew Êrîşên Hêzên Girêdayî Îranê li Sûrîye Qebûl Nake


Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) ragihand ku di êrîşên roketî yên ser bingeheke hêzên Amerîka ya li Dêrazorê li Sûrîyê, leşkerekî Amerîkî û 2 kesên din bi sivikî birîndar bûn.

Fermandarîyê ragihand ku di êrîşa yêkê de çend di rokêt li derdora bingeha Conoco ketine, piştre jî bingeha din Gundê Kesk (Green Village) bi roketan hatiye êrîş kirin.

CENTCOM herwiha eşkere kir ku hêzên Amerîkî bi helîkopteran bersîva êrîşkaran dane û li gor nirxandinên destpêkê, du yan sê çekdarên ku êrîş pêk anîne, hatine kuştin.

Colin Kahl, alîkarê wezîrê berevanîyê yê Amerîka di preskonferansekê de got ku ewê bi awayekî bi hêz hêzên xwe biparêzin û tim tedbîrên pêdivî bigirin.

Kahl dîyar kir ku Amerîka qebûl nake ku hêzên ku Îran piştgirîya wan dike, Sûrîye jî di nav de, li ti cîhekî cîhanê êrîşî hêzên Amerîkî bikin.

Wî herwiha ser êrîşên wê dawîyê yên Amerîka yên dijî komên çekdar li Sûrîyê agahî da û got ku ew di dema pêkanîna êrîşan de pir bi baldarî tevdigerin ku zîyanên canî çênebin.

"Pentagonê jibo êrîşan 11 armanc hatibûn danîn, lê tenê 9 ji wan hatin bombebaran kirin jiber ku li gor zanyarîyan li her du cîhên din sivîl hebûn."

Kahl ragihand ku hêzên Amerîka di êrîşan çend navendên binesazîyê têk birin ku ji alîyê komên girêdayê Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ve tên xebitandin.

Wî got ku êrîş bo parastin û berevanîya hêzên Amerîka yên li Sûrîyê pêdivî bû û ger êrîşeke din dijî hêzên wan were kirin, ewê dîsa bersîvê bidin.

Berdevikê Wezareta Derve yê Îranê Nasir Kenanî doh Çarşemê êrîşên esmanî yên Amerîka li Dêrezor ya Sûrîyê şermezar kiribû.

Kenanî herwiha red kiribû ku komên çekdar yên ku Amerîka navendên wan bombebaran kiriye giredayê Îranî bûn

Li Sûrîyê nêzî 900 hêzên Amerîkî hene û bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bo şerê dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) hevkarîyê dikin.

XS
SM
MD
LG