Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Di Êrîşeke bi Piştgirîya Îranê de 8 Leşkerên Amerîkî li Sûrîyê Birîndar Bûn


Leşkerên Amerîkî li nêzî Qamişlo (Arşîv)
Leşkerên Amerîkî li nêzî Qamişlo (Arşîv)

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder roja Sêşemê dîyar kir ku 8 leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê hefteya borî bi êrîşeke dronî ya çekdarên bi piştgirîya Îranê birîndar bûne.

Pentagonê ser êrîşa roja Înê cara pêşî çekdarên bi piştgirîya Îranê tawanbar kir.

Ryder, di brîfînga Pentagonê de li ser pirsa VOA got ku li gor agahîyên wan êrîş ji alîyê çekdarên bi piştgirîya Îranê ve hatiye li dar xistin û got ku ew vekolînên ser hûrgilîyan didomînin.

Ryder got ku dermankirina hin leşkeran didome û ji leşkerên birîndar 3 vegerîne ser karên xwe.

Leşkerîya Amerîkî roja Înê dabû zanîn ku li herêma Rimêlanê jimareke leşkerên wê û yên koalîsyonê di êrîşa dronî de birîndar bûne, lê jibo ti birîndaran rîska jîyanî tuneye.

Li Sûrîyê 900 û li Îraqê jî 2500 leşkerên Amerîkî jibo sekinandina jinûve geşbûna Dewleta Îslamî (DAIŞ) jibo hêzên herêmî şîretvanî û alîkarîyê dikin.

Bi êrîşa li Sûrîyê, leşkerên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn ev cara duduyan e birîndar dibin.

Cîgira Berdevkîya Pentagonê Sabrina Singh dîyar kiribû ku di 5’ê Tebaxê de li Bingeha Esmanî ya El Esad ya Îraqê êrîşa roketî li dar ketibû û di encamê de 5 Amerîkî birîndar bûbûn.

Çekdarên bi piştgirîya Îranê piştî gurbûna şerê li Gaza bi dehan caran êrîş birin ser hêzên Amerîkî.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG