Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka jibo Şerên Mezin yên Siberojê Rêforman di Leşkerîyê de Dike


Amerîka ber bi kêmkirin û jinûve rêxistina leşkrê xwe pêngavan tavêje.

Li gor Ajansa AP, Amerîka dê 24,000 yan jî 5% ji hejmara leşkerên xwe kêm bike û jibo amadekariî ş çiyanên baştir hebin bo şerên mezin yên paşerojê şêweyê artêşê diguherîne.

Kêm kirina leşkeran di wan wezîfeyên ku vala mane de kêm bike ne di hejmara leşkerên ku çalak in û di xizmetê de ne.

Associated Press dide zanîn ku wezîfeyên girêdayî jinavbirina serhildêr û grûpên çekdar de yên ku li Îraq û Afgansitanê kar dikirin û niha kar bi wan wezîfeyan nemaye dê bên rakirin.

Nêzîkî 3,000 ji kêmkirinan dê ji Hêzên Operasyonên Taybet yên Artêşê be.

Lê li gor plana nû, dê nêzîkî 7,500 leşkeran di mîsyonên din yên giring de zêde bike, di nav de yekîneyên berevaniya esmanî û dijî-dron û 5 grûpên din yê werin zêde kirin, ku pispor û taybet bin bi pirsên Înternêt, pirsên îstîxbaratî û êrîşên dûravêj li çaraliyê cîhanê.

Li gorî belgeyek Artêşê, ku ji hêla Associated Press ve hatî destnîşan kirin, xizmet pir zêde ye û leşker têra nakin ku bûşahiya di yekîneyan de heyî tije bikin.

Belgeya leşkrê Amerîka dibêje ku kêmkirin dê tenê jibo wan wezîfeyên "nehewece" be nek jibo "erkdaran" û daxwaz ji leşkeran nehatîye kirin ku ji arteşê derkevin.

Reforma plankirî piştî du deh salên şerê li Iraq û Afganîstanê tê ku artêş neçar kirbû ku bi lez û bez berfireh bibe daku yekîneyên bo enya şer tên şandin tije bike, ku di wê demê de mîsyoneke mezin û hewcedariyek bihêz bo şerê El Qaîde, Talîban û DAIŞ’ê jî hebû.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG