Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Ewrupî Bo Gotûbêjkirina Plana Penaberan Dicivin


Wezîrên navxweyî yên Yekîtîya Ewrupa îro Sêşemê dicivin ku plana dabeşkirina pirtir jî 100,000 penaberan di nav welatên endam de gotûbêj bike.

Parlemana Ewrupî hefteya borî ew plan erê kiribû, lê hîn dewletên rojhilata Ewrupî dijberîya xwe ser wê planê ragihandbû.

Do Duşemê, parlemana Macarî bi dengdanê desthilat dabû hêzên ewlekarîyê ku hember penaberên ku dixwazin bi qaçaxî sînor derbaz kin, hêza nekujêr bi kar bînin.

Macaristanê berê jî tuxibê xwe yê bi Sirbistanê bi telên tûj daxistibû û leşkerên Macarî niha guleyên plastîk û gaza îsotê hember penaberan kar tînin û dikarin legerîna penaberên neqanûnî bikin.

Welatên din Hungaryayê tawanbar dikin ku dijî penaberên ku ji şer û alozî revîne, taktîkên wek serdema Nazîyan dixebitînin.

XS
SM
MD
LG