Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lehdo Hesen: Penaber Mirinê Dibînin Lê Dîsan Liser Riya Ewrupa Ne


Lehdo Hesen: Kesên bi riya deryayê qesta Europa dikin di zanin mirin li pêş wa ne lê, ew biryara wane û dibêjin, yan dê mirin yan dê ji rewşa nexweş rizgar bin.

Pêlên Penabertiya ber bi ewrupa qet ranawestin, li pey wan mirin heye, sir û serma, lê jiber rewşa aloz ya herêm û welatên xwe biryar digirin ku, cî û warên xwe bihêlin û qesta ewrupa dikin.

Gelek ji penaberan li ser vê rê di mirin, tên kûştin, bi taybet dinavbera derya Îce û Giravên Yunanû, dema bi sedan penaber di derya ya Îce da di xendiqin, termên gelek ji wan qurbaniyan nayên dîtin.

Hewildan ji bo dîtina terman tên kirin, lê pitir ji aliyê kes û karên qurbaniyan de ne, lê eger çend rojan kesek xwedî li cenze û terman derneket, desthilatdarên Tirkiyê van cenazan di avêjin û winda dikin..

Li van rojan 2 endamên rêkxistina Yezda li termê zarokekê Şengalî di geran, wan dehan term di nexwşxanên Tirkiya de dîtin.

Lehdo Hesaen gote Dengê Amerîka wan termên Mîsî Murad yê kû, berî çend rojan winda bibû, dît û ewê bi gehînin kes û karên wî.

Lehdo Hesaen got, ew xelkê bi rêka avê qesta Europa dikin di zanin mirin li pêş wa ne lê, ew biryara wane û dibêjin, yan dê mirin yan dî ji rewşa nexweş rizgar bibin.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel Lehdo Hesen, fayla deng li jêr e.

Xelkê Di Derya Yê Re Qesta Europa Dikin Di Zanin Mirin Li Pêş Wa Ne
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:16 0:00

XS
SM
MD
LG