Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nancy Pelosi: Divê Peyvajoya li Civata Senatoran Zelal Bibe


Piştî Civata Nûneran bi awayekî fermî împîçkirina Serok Donald Trump pejirand, bala bîragiştî çû ser qonaxa li Civata Senatoran.

Li ber e ku darizandina li Civata Nûneran di meha Çile de destpê bike, lê Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi nîşan da ku dibe ku peyvajoya li wir derengtir çêbe.

Nancy Pelosi, piştî dengdana li Civata Nûneran dîyar kir ku dibe ku ew sedemên împîçkirina Trump hema ji Civata Senatoran re neşînin.

Wê ser împîçkirinê da zanîn ku divê berê rêbaza peyvajoya darizandina li Civata Senatoran zelal bibe û got ku ‘’Me heta niha tiştekî ji me ve adil xuya dike nedît’’

Civata Nûneran bi sedema ku Trump hêz û desthilata posta seroktîya Amerîka, jibo armancên nerewa û bona bidestxistina berjewendîyên şexsî bi kar anîye û karê Kongresê asteng kiriye, împîçkirina wî pejirand.

Divê Civata Senatoran jî biryar bide ku Trump ji kar were dûrxistin yan ne, lê jiber ku endamên partîya Trump piranîya beşa jorîn ya Kongresê kontrol dikin, ne çaverê ye ku ew biryareke dijî Trump bide.

XS
SM
MD
LG