Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Pêncşemê ragihand ku Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi dê serdana sînorê her du Koreyan bike.
AP'ê jî ji zarê karbidestekî Koreya Başûr da zanîn ku Pelosi dê here sînorê her du Koreyan.
Kontrola wê herêma sînor di destê hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY) de ku Amerîka pêşengîya wan dike.
Di sala 2019'an da Serokê Amerîka yê wê çaxê Donald Trump bo Serokê Koreya Başûr Kim Jong Un re hevdîtinekê çêke serdana sînorê di navbera her du Koreyan de kiribû.
Eger Pelosi serdana sînor bike ew dê ji sala 2019'an vir ve serdana herî payabilind ya Amerîkîyekê be.
Pelosi dê bi karbidestên Koreya Başûr re ser ewlekarîya herêmî, hevkarîya aborî û guherîna îqlimê bicive.