Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nancy Pelosi Dê Serdana Ermenistanê Bike


Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi dê roja Şemîyê serdana Ermenistanê bike piştî pevçûnên kujer ser sînorê di navbera hêzên wî welatî û yên Azerbeycanê.

“Emê serdana Ermenistanê bikin, jiber ku vexwendineke ji alîyê Ermenan ve ji me re hatiye,” Pelosi îro Înê di dema konfranseke rojnamevanî li Almanyayê li destpêka civîneke welatên G7 got.

Pelosi ti agahîyên bêtir derbarê vê serdanê neda, lê got ku ew “derbarê mafên mirov û rêzgirtina rûmet û qedirê her kesekî ye.”

Di encama pevçûnên navbera hêzên Ermenî û Azerbeycanî de, ku roja Sêşemê destpê kir û Pêncşemê bi navbeynkirineke navnetewî bi dawî bû, bêtirî 200 kes hatin kuştin. Her welatek yê din bi destpêkirina wan pevçûnan tawanbar kiriye.

Herdu welatên cîran li herêma Qavqazyayê berê du caran (2020 û di salên 90 de) derbarê herêma Nagorno-Qarabaxê şer kirine. Ev herêm li nav sînorê Azerbeycanê ye lê rûniştvanên wê Ermen in.

Hêjayî gotinê ye ku Nancy Pelosi meha borî jî bû sedema girjîyên ciyosîyasî di navbera Amerîka û Çînê de, dema ku wê serdana Taywanê kiribû tevî hişyardarîyên Çînê ku wê girava wekî devereke xwe dibîne.

XS
SM
MD
LG