Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 195 mîlyonî dibe. Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê 194,729,113 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 35 mîlyonan e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 31 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi nêzî 20 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4,167,758 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 610,952 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 550,502 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 104,713 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.