Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 80 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 80 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 80,372,944 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 19 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 10 mîlyon pêketîyan Hîndistan û li dû wê jî bi pirtir ji 7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,757,911 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 331,996 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 190,795 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û di wir re derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 95,541 kes bi vîrusa korona ketine û 4,770 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG