Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pedersen Bang li Desthilatdarên Sûrîyê Dike ku Gavên Wêrek Bavêjin


Geir O. Pedersen Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê jibo Sûrî Geir Pedersen
Geir O. Pedersen Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê jibo Sûrî Geir Pedersen

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê jibo Sûrî Geir Pedersen roja Înê pêşwazîya peymana 10’ê Adarê ya di navbera desthilatên demkî yên Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kir, di daxuyanîyekê ser salvegara 14. ya şerê navxweyî yê Sûrîyê de.

Geir Pedersen peyman wek "bîranîneke erênî" bi nav kir, "ser girîngîya ku jibo vegerandina serwerî, yekîtî, serxwebûn û yekparçebûna axa xwe Sûrî çawa û herwiha li ser pêwîstîya tevlîbûn û lihevkirina rastîn di qonaxa veguhêz de tên gel hev. "

Pedersen anî ziman ku Sûrî 14 sal berê di xwepêşandanên aştiyane de jibo rûmet, azadî û siberojeke baştir daketin kolanan û di encamê de "tevgerek wê siberoja Sûrîyê biafirîne, derxist holê. "

Wî ragihand ku divê êş û qurbanîyên gelê Sûrî ti carî neyê jibîrkirin, dema berxwedana wan ya dadmendî rûmet û aştiyê berdewam e.

"Pevçûnan kûrahîya herî tarî ya zilma mirovan derxist holê. Malbat şîna hindakirina hezkirîyên xwe didomînin, civak perçebûyî ne, bi mîlyonan kes jicîhûwarkirî ne û lêgerîna hindayan de berdewam in, " wî got.

Hêzên serhildêr bi pêşengîya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ya îslamî di 8’ê Berfanbarê de rejîma Esad têk birin û hatibûn ser desthilatê.

Rêberê HTŞ’ê Ehmed El-Şera di 29’ê Rêbendanê de xwe wek serokê demkî yê Sûrîyê bi nav kiribû.

Nûnerê NY ser pêyvajoya piştî têkbirina Esad got ku Sûrîyê di qonaxeke girîng de ye û di nav Sûrîyan de hêvîyên mezin - lê hevdem tirsên kûr hene.

Pederson bal kişand ser tundîya li heremên Lazqîye û Tartusê yên rojavayê Sûrîyê ku piranî civaka Elewî dijîn ku li gor komêm mafan zêdetirî hizar Elewî û jimareke hêzên Şamê hatine kuştin.

Wî banga demûdest dawîanîna tundîyê kir û ji revebirîya Şera li gor qanûnên navnetewî parastina sivîlan xwest.

"Nûnerê taybet hevdem ser kuştin û tundîyên vê dawîyê, daxwaza lêpirsîneke serbixwe ya pêbawer, û di vî warî de hevkarîya tam ya karbidestên demkî bi NY dike, " di daxûyanîyê de hat gotin.

Pedersen bi berdewamî hişyar kir ku "hawirdoreke bêbawerî û tirsê dikare tevahîya veguhezînê bixe xeterîyê. "

"Li ser û wedetirî Dîyaloga Netewî girîng e ku gavên berbiçav yên tevlîbûna rastîn hebin, " wî got.

Pederson li se "Pêşnivîsa Qanûna Bingehîn" ya ku desthilatên nû yên Sûrîyê roja Pencşemê ragihandin ji helwesta NY eşkere kir.

"Niha dema gavên wêrek e, jibo avakirina hikûmeteke veguhêz û meclîsek qanûnî ya bi rastî pêbawer û berfireh; çarçoveyek destûrî û pêyvajoyek jibo amadekirina qanûnek bingehîn ya dem dirêj ku pêbawer û berfireh; û dadmendîya rastîn, " wî got.

Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê di 13 Adara 2025’ande pêşnivîsa ku amada kiriye pêşkeşê serokê demkî ê Ehmed Şera kir.

Li gor pêşnivîsê navê Sûrîyê wek berê "Komara Erebî ya Sûrîyê” wê bimîne û ti guherîn nayê kirin.

Herwiha, tê dîyar kirin ku jêderê serekî ya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê wê Îslam be, dema ku navê ti civakên din yên wek Kurd, Durzî, Elewî, Xiristîyan, nayê kirin.

Pederson dîyar kir ku NY amade ye ku li ser hemû mijaran li gor prensîbên serekî yên biryara 2254 (2015) ya Civata Ewlekarîyê bi desthilatên demkî û hemû Sûrîyan re bixebite.

Wî herwiha ser nave NY bang li civaka navneteweyî kir ku piştgirîya Sûrîyê were kirin.

Jêder: NY

XS
SM
MD
LG